Encamên tûra duyemîn ên hilbijartinên serokkomariya Fransayê aşkera bûn. Di encamê de Emmanuel Macron dîsa wekî serokê Fransayê hate hilbijartin. Di encama tûra duyemîn a hilbijartinan de Macron ê lîberal ji sedî 58 deng û namzeta rastgir Marine Le Pen jî ji sedî 42’yê dengan bidest xist. Piştî aşkerakirina encamên dengdanê Marine Le Pen spasiya her kesên ku piştgiriya wê kirine kir û anî ziman ku rêzdariya wê ji bo encamên ji sindoqên hilbijartinê derketine, heye.
Ji aliyekî din ve, di serî de serokwezîrê Ingilistan, Almanya, Holanda, serokê meclisa Ewropayê, serok û rêveberên gelek welatan peyamên pîrozbahiyê ji Macron re şandin.