7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehmed Sehaf: Divê dewleta tirk leşkerên xwe ji axa Iraqê vekişîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê şermezar kir û bersiv da îdîayên dewleta tirk. Ehmed Sehaf di 24’ê nîsana 2022’yan bi daxuyaniyeke nerazîbûna welatê xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk û binpêkirina ax û serweriya Iraqê anî ziman.
Sehaf di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên dewleta tirk û wiha got: “Tirkiye li gorî bingeheke qanûnî û peymanên di navbera herdu welatan de tev nagere. Dewleta tirk madeya 51’ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî dike behane û dibêje ku ew mafê xweparastinê pêk tîne. Lê ji bo Tirkiye bikaribe wiha bike, hewcedarî bi erêkirina fermî ya Iraqê heye.”

Sehaf destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve Fuad Husên dosyaya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  û hebûna wê ya ji sala 1984’an de anî rojeva parlamentoyê û got Ku peymaneke bi vî rengê dewleta tirk behs dike tune ye.

Em ê serî li hemû rêbazên qanûnî bidin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê roja 20 nîsana 2022’an diyar kiribû ku ji bo bersiva Tirkiyeyê bidin dê serî li hemû rêbazan bidin û tu kordînasyonek di der barê van êrîşên dewleta tirk de di navbera Bexda û Enqereyê de tune ye.
Sehaf di berdewama axaftina xwe ya Ajansa WA ya Iraqî de wiha got: “Li gorî Wezareta Karên Derve destwerdana Tirkiye tê wateya binpêkirina serweriya axa Iraqê û wekî gefekê li dijî yikitiya axa Iraqê tê nirxandin.”

Idîayeke bê bingeh e

Sehaf da zanîn ku Tirkiye bi hinceta parastina ewlekariya xwe binpêkirinên xwe yên li dijî serweriya welatê Iraqê pêk tîne û wiha axivî: “Di vî warî de wekî bersivekê ji îdîayên Tirkiyeyê re ku ew parastina ewlekariya xwe ya neteweyî dikin, berê jî me gotibû û dîsa em teqez dikin ku di vê warî de tu kordînasyonek an jî peymanek bi hikûmeta Iraqê re tune ye.”

Wezareta Karên Derve di destpêka êrîşan de bang li sefîrê dewleta tirk ê Iraqê kiribû û bi peyamekê nerazîbûna xwe li dijî van êrîşan dabû xuyakirin. Di vê peyama nerazîbûnê de wezaretê bang li dewleta tirk kiriye ku hemû leşkerên xwe ji axa Iraqê vekişîne û dawî li binpêkirinên xwe yên li dijî serweriya Iraqê bîne.