6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ehmed: AKP bi qasî ku dijminê Kobanê ye ewqasî yê Hewlêrê ye

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku ev demek e li gelek bajarên Ewropayê hevdîtin û civînên gel li dar dixe, bi pêşengiya Komeleya Rojava Bremenê li Cemevî ya Bremenê bi gel re hat cem hev. Bi sedan Kurdistaniyên welatparêz tev li civîna gel a li Cemevî ya Bremenê bûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed axivî û diyar kir ku Tirkiye dijminê hemû deskeftiyên kurdan e û wiha got: “Li ku derê deskeftiyên Kurdan hebin, dewleta tirk hewl dide wê derê bifetisîne, bêîstîqrar bike û tine bike. Em vê di êrişên îro yên li Rojava de jî dibînin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li Başûr, li Şengalê jî ev yek heye.”

Ehmed da zanîn tevî ku ev êriş bi peymanên hêzên navneteweyî re hatine qedexekirin jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne û bertek nîşanî dewletên garantor da ku dema di 22’ê nîsanê de Kobanê hat bombekirin wana “çavê xwe girtine” û wiha domand: “Dewleta tirk hemû derfet û nakokiyan bi kar tîne û êrişî me dike. Di navbera DYA û Rûsyayê de valahiyekê dibîne û êriş dike. Bi sûdwergirtina ji rojeva ku bi şerê Ukraynayê derketiye pêş sûdê digire û êriş dike. Tu firsendê ji dest nade. Di vê mijarê de helwesta dewletên ku bi fermî li Sûriyeyê ne jî wê xurt dikin û diparêzin. Dewlet di mijara berjewendiyan de piştgirî didin hevûdu û çavên xwe digirin. Em vê yekê qebûl nakin.”

Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bi konsepta şer hebûna xwe didomîne û wiha dewam kir: “Yên ku îro PKK û YPG’ê qaşo wek dijminê dewleta tirk in nîşan didin, dijminên xwe nas nekirine. Di aliyê siyasî ve siyaseteke rizî diparêzin. Dewleta tirk bi qasî ku dijminê Kobanê ye, ewqasî dijminê Hewlêrê ye jî. Bi qasî ku dijminê Qendîlê ye ewqasê dijminê Silêmaniyê ye. Bila kes xwe bi van nexapîne, her kes rastiyê dibîne.”

Ehmed got ku hikûmeta Şamê jî naxwaze çareseriyek pêk were û de ku şer bi dawî bibe û wiha pêde çû: “Rejîm nêzî çareseriyê nabe. Rejîm dixweze ku çareseriya kurdan di nava zihniyeta xwe ya tekperest de bihelîne. Ji bo vê yekê her tiştî pak dibîne. Bi îstîxbarata tirk re hevkariyê dike. Bi Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtinan dike. Carekê li Rûsyayê û carekê jî li Iraqê hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên xwe berdewam dikin. Peymana Edeneyê ji dijminatiya kurdan re kirine mertal. Bi dewleta tirk a ku  Suriyeyê kişandiye nava şer re li hevdû dike. Ev dewleta ku hêzeke weke DAÎŞ’ê xwedî dike Şam rûdine ser masê, pê re bûye yek û li dijî kurdan planên veşartî çêdikin. Haya me ji van hemûyan heye.”