21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ banga li dijî êrîşan kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) der barê rewşa dawî ya Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Jinên Şengalê, ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ’ê Suham Şingalî ve hat xwendin.

Suham Şingalî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li Şengalê yên di demên dawî de wiha got: “Di van rojên ku dewleta tirk êrîşên xwe li ser xaka başûrê Kurdistanê zêde kirine de hin hêzên leşkerî yên xwe bi Iraqê ve nîşan didin, êrîşî hêzên asayîşa Şengalê dikin. Ev êrîşeke li ser îradeya gele me ye jî. Em dixwazin vê aşkere bikin ji bo hemû rayadarên Îraqê û artêşa Îraqê jî.”

Şingalî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dixwaze pirsgirêka Şenbalê çareser bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe, tu carî me derê diyalogê negirtiye û em nebûn alîgirê şer. Em qebûl nakin pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareser kirinê. Deskeftiyên me xeta sor e. Ew bi xwîna qehremanên me yên wek Berxwedan, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Zerdeşt hatiye bidestxistin. Me ji 3’yê Tebaxê tecrube derxist, êdî ne milê parastinê ne jî yê rêvberiyê em xwe bi hêviya tu kesî nahêlin û baweriya xwe nadin tu kesî. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe bi rê ve bibin. Ev daxwazên me rewa ne û li gorî zagonên Îraqê ye jî.

Suham Şingalî da zanîn ku divê hikumeta Iraqê hêzên di herêmê de ne, derxe û wan kontrol bike û ev tişt anî ziman: “Ji bo wê em bang li hikumeta Îraqê û Wezareta Parastinê ya Îraqê dikin van hêzan kontrol bikin û ji herema me derxînin. Li serê her kolanê bendek danîne em jin nikarin rehet biçin bazarê. Belavbûna artêşê bi vê şewazê tirs û nerehetiyê di nav civakê de dide avakirin. Em weke îradeya jinên Şengalê belavbûna Artêşa Îraqê bi vê şewazê li nava sûk û kolanan qebûl nakin. Li ku derê dinyayê artêş wisa di nava sivîlan de belav bûne? Bila hikumeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyê xwe dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê bi erkê Tirkiye û PDK’ê ranebe.”

Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ’ê Suham Şingalî di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku bi erka xwe rabin û got: “Herî talî em banga tevahî gelê xwe dikin. Roj roja hebûn û tunebûnê ye, lazim e em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yekîtiya me û hevgirtina me bersiva herî xurt a ji van êrîşan re ye. Her wiha banga me ji jinan re jî ew e ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin. Ji bo yekîtiya civaka me pêşengiyê bikin. Her wisa em bang li hemû kesên berpisiyar di serî de serokeşîrê Êzidîyan, oldarên Êzidiyan, siyasetmedar, rewşenbîrên Êzidiyan û her kesê berpirsiyar dikin bi rola xwe rabin, ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikêşin, erka xwe bicih bînin.”