spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sembola şîn û şahiyê: Hine

Di heyamên berê de beriya şaristaniyê, mirovahiyê bi nebatan cur bi cur, serî li rê û rêbazên tedawîkirinê dane. Çawa ku di xwarin û vexwarinê de pêdivî bi cureyên nebatan hebûn di heman demê de, nebat ji bo tedawîkirina birîn û nexweşiyan jî dihatin bikaranîn.
Tê zanîn ku ji demên Neolîtikê (Beriya mîladê 8000-5500) heta niha mirovahiyê ji aliyekî bi nêçîrvaniyê ji aliyê din ve jî bi daneheva nebatan zikê xwe têr dikirin. Ev karekî komunal bû û hem nêçîrvanî hem jî daneheva nebatan, jin û mêran di nav hevdu de pêk dianîn.

Jin nebatan didin hev

Di van demên ku jinan nebat ji bo xwarinê didan hev bi riya ceribandinê taybetmendiyên gelek cureyên nebatan jî ferq dikin. Her wiha bi kifşkirina cureyên nebatan, jin ferq dikin ku di nav xwezayê ne tenê nebatên ji bo xwarinê, ji bo dermankirinê jî tên bikaranîn û bi vî şeklî ji bo tedawîkirina nexweşî û dermankirina birîna hatine bikaranîn. Li gor lêkolînên nivîskar Eveleyn Reedê jî ev yek dike ku cara yekem rê li ber rê û rêbazên tenduristiyê jî vebe. Yanî ev yek jî dide xuyakirin ku bi daneheva nebatan, jin cara yekem bijîşktiyê dikin.

Dara hinê

Di nav van nebatên ku ji demên berê ve hatine bikaranîn de yek ji ya ku herî zêde bal kişandiye heta îro jî heyî, dara hinê ye. Dara hinê di zimanê latînî de wek ‘lawsonia inermis’ ê hatiye bi navkirin. Dara ku li hin deveran wek hejikê, li hin ciyan jî dikeve nav cureyên daran, xwedî dirêjahiyeke ku di navbera 2-6 metroyî de ye. Çîçekên vê darê hene û fêkî jî dide. Fêkiyê wê pişt re dibin gloverkên hinê.
Cih û warê dara hinê û cureyên wê welatê Afrîkaya Başûr e. Ji bilî Afrîkayê li welatên wek Hindistan, Afganistan, Îran, Pakistan, Seylan û li Kurdistanê şîn dibe. Ji demên berê heta îro civakên rojhilatî hem ji pelên hinê, ji çîçekên wê hem ji fêkiyên wê gelek derman çêkirin û hê jî çê dikin.

Ji bo qada tenduristiyê

Hine di nav civakan de ne tenê di tedawîkirinê de, wek nebateke xemilandinê jî tim hatiye şixulandin. Bi kurtasî di çanda civakên rojhilatî de hine hem di qada tendirustiyê hem jî wek nebateke xemilandinê bûye çandeke bi nav û deng. Derbarê vê mijarê de agahiyên herî berfireh di bermahiyên wek Mezopotamya, Misir û hwd de derdikevin pêşiya me.

Li ser neynikên mûmyayan

Li gor lêkolîneran bikaranîna hinê ya ku wek derman û kozmetîkê xwe dispêre demên antîk. Li Misirê mînakên herî berbiçav ên dest ango bedenhinekirinê derketine holê. Di encama lêkolînên arkeologan de bi kincê spî yê ku li dora mûmyayan hatiye pêçandin û li ser neynikên mûmyayan hine hebûye. Mûmyakirina ku li Misirê destpê kiriye rê li ber qada tendirustiyê-emeliyatê vekiriye. Tenê ji bo bedena kesên ku di nav malbata firewnan û yên di nav malbatên arîstokrat de cih digirtin, laşê wan dihat mûmyakirin. Di vê yekê de jî xuya dike ku hine wek nebateke bi qîmet û payebilind hatiye hesibandin. Di laşên mûmyakirî de li ser terîşkên spî hine heye û neynikên kesên hatî mûmyakirinê jî hine kirine.

Nîşaneya kêf û şahiyê

Dema em bala xwe didin çandên nav civakên rojhilatî hine wek nîşaneyeke jidayikbûnê û ya dawetan jî hatiye bikaranîn. Yanî nîşaneya evîn, kêf, şahî û dilxweşiyê bû. Ji Mezopotamyayê heta Misir, Pakistan, Afrîka û Hindistanê hine êdî bûye sembola şahî, dawet û hwd.
Ev çanda qedîm îro jî li Kurdistan û welatên wek Hindistanê sembolê herî ber bi çav a şahî, dawet, cejn û hwd. e. Dayikên kurd zarokên xwe hê biçûkatî hînî hinê dikin, porê zarokan, dest û neynikên piyan tim bi hinê xemilandine. Berê li gundan dayikan porên zarokên xwe hine dikirin û heta 3-4’an rojan jî, li ser porên zarokan dima. Piştî sê rojan li derve di stîlan de av dikelendin û di rojên beravê de serê wan ji hinê dişuştin. Di nav kurdan de rojên beravê dihat wateya jiyaneke komunal. Ji ber ku dema li taxa gundekî, malekî stîlên avê danîn ser tifikan, serê zarokên li wê taxê tevan dihat şuştin. Di nav kurdan de hine hem jinan hem jî mêran li dest û piyên xwe dixist yanî ji bo bikaranîna hinê tu cudahiyek wek a îro tune bû.

Şervanên dest hinekirî

Li hin bajarên Kurdistanê bi tevgera azadiyê re malbatên hin şervanan dema cenazeyên keç an jî lawê wan de, beriya veşêrin destên wan hine dikirin. Ev yek jî dihat wateya ku şervanî jixwe serkeftina herî mezin e û miradê wan bi vî awayî pêk hatiye. Hine hê jî li Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de di şahî, kêf, dawet û di hin şînan de jî tê bikaranîn. Li aliyê din jî hê jî civak hinê di nexweşiyên çerm de bi kar tîne. Dema em bala xwe didin roja me ya îro xuya dike ku di şûna neynok û porên hinekirî de, amûrên kozmetîkê yên ku bi her awayî ji xwezayê dûr in û gelek nexweşiyan bi xwe re tînin, kapîtalîzmê derxistine bazarê.