3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gotina ‘Axa bav û kalan’ kêm dimîne

Nizamettîn Ozturk

Gelê me yê qedirbilind; gotinên me yên pêşîn gelek bi nirxin. Lê hinek gotin hene li gorî şert û mercên îro mixabin kêm dimînin. Wekî minak gotina “Axa bav û kalan” gotinek pêşiyan e. Lê kêm e. Li vir ez bi hurmetdarî nêzî bav û bapîran dibim, ev baş e. A din, gotin di nav xwe de “hişmendiya welat” dihewîne. Ev gelek baş e. Lê kêmasî jî li ber çavan e. Aliyê kêm tenê mêr esas girtiye. Gotineke din jî heye. Gotina “Yên ji bav û kalan ma ye.”
Di vê gotinê de bi hezkirî qala mîrateya bav û bapîran hatiye kirin. Ka kêmasî çi ye? Erê, di van herdu gotinên dirokî û kevnar de wekhevî nîn e. Li vir xwediyê her tiştî bi tenê bav û bapîr tên dîtin. Ango mêr tên ditîn! Bi awayeki vekirî; dayik û dapîr, ango jin di nav de tune ye.

Aliyê din li hemberî dayikê hestiyariya gelê kurd tê zanîn! Gelê kurd, ax û dayikê ji hev cuda nabîne. Dizane ku, dayik di nav her şert û mercan de li ser axa welat ma ye û ax parastiye. Dem bi dem hêsirên çavên xwe rijand ser axa pîroz. Gelê kurd ji ber vê yekê, dayika xwe hêjayî qencîtî û fedakariyê dibîne. Nezikatî bi vî şiklî ye û bi dil û can ji dayika xwe hez dike.

Li gorî jiyana kurdan, bi gelemperî zarok li ber çongên bapîrên xwe bi kêf rûdinin û bi çirokên wan mezin dibin. Bingeha zimanê me koka xwe ji çîrokên pîrên me digire. Jixwe tê zanîn ku bi saya dayik û dapîran zimanê kurdî bi devkî heta îro hatiye. Zimanê ku em ji dayikê fêr bûne û fêr bibin pir şêrîn e. Loma, mamosteyê mezin Celadet Bedirxan dibêje “Zimanê dayika me weke mîna çermê laşê me ye. Zimanê biyanî jî wekî kincan e”
Erê, îro dayikên me yên birûmet, bi llaçikên serê xwe ji bo aştî û parastina mafên mirovan di nava kolan û qadan de di pêşiya civakê de cihê xwe digirin. A herî balkêş, bi pêşengiya jinên kurd şoreş li Rojhilata Navîn bi ser dikeve. Gelên hemû cîhanê ji nêz ve jinên kurd bi ecibandî û baldarî dişopîne. Li her derê jin bi keda xwe destkeftiyên xwe mezintir dike. Helbet di nav civakê de guherandina wisa ne hêsan e. Li gorî pêvajoyê guherandin disa dê bi destê jinan bê avakirin.

Pêşniyaza me: Ji vir û şûn de, gotin û pratîka me, di çarçoveya wekhevîtiyê de di nava jiyana me de cihê xwe bigire. Ji bo vê yekê dibêjim, li şûna gotina “Axa kal û bavan” gotina “Axa dapîr û bapîran” bê gotin! Wekî din em dikarin gotina “Axa dayik û bavan” bibêjin.