3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenyaşar: Yên tênekoşin maf û rûmeta xwe winda dikin

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de ji bo kujer bên darizandin li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin û 403 jin ji bo edaletê tedikoşin. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê çûn pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê li qada çalakiyê pankarta “Di sala 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 kes hatin qetilkirin. Yê ku komkujî birêxistin kir parlamenter bû. Lewma 4 sal in ku hêj yek kes nehatiye girtin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê ev zêdetirî saleke em li pêşiya Edliyeya Rihayê ku serdestan diparêze, nobeta edaletê digirin.”

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku Nobeda Edaletê di bin zilmê de didomînin û wiha got: “Ez çûm serdana birayê xwe Fadil ku ev zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Birayê min awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Rewşa wî li gorî şertên heyî baş e. Birayê min her tim bi hêvî ye ku dê edalet pêk bê û were berdan. Bi çar çavan li benda wê rojê ye. Em jî li gel dayika xwe bo vê yekê ev saleke nobeta xwe didomînin.”

Şenyaşar, anî ziman ku bêhiqûqiya heyî ji hêla Tirkiye û xelkê Rihayê ve ji nêz ve tê şopandin û wiha domand: “Li nava nexweşxaneyê ambûlansek parçe parçe kirin û 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Lê tevî ku bi ser re 4 sal derbas bûn jî heta niha yek kes nehatiye girtin. Gelo kîjan hiqûqnas, pergala darazê yan jî dozger vê yekê bi hiqûqê îzahet bike. Îzaha vê tune ye. Tenê wateyeke vê heye ku ew jî li Qesra Edaletê ya Rihayê hiqûqa serdestan di meriyetê de ye. Îro rojeke mimbareke, în e. Demek berê serdozger li wesayîta xwe ya luks siwar bû û ji bo kirina nimêja înê li ber me re derbas bû. Piştî xutbê jî dê mela bibêje; ‘Xwedê edaletê emir dike.” Hem dê bibî şirîkê vê zilmê û hem jî dê biçî nimêja înê! Ev her du tişt pêkve nabin. Taet û rojiyên van kesan qebûl nabin. Heta edalet pêk tê jî ez û dayika xwe dê li ber deriyê edliyeyê neçin.”