6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya li Girtîgeha Sîlîvriyê şermezar kirin

Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re, kuştina piştî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê, li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê şermezar kir. Endamên înîsiyatîfê weke sembolîk darbesta bixwîn danîn pêş avahiya saziyê.

Endamên înîsiyatîfê ku di derketina metroyê de civîyan, darbest danîn ser milên xwe û heta pêş ATK’ê meşiyan. Endamên înîsiyatîfê di meşê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” , “Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî” berz kirin. Endamên înîsiyatîfê pişt re weke temsîlê xwînê boyexê sor rijandin ser darbestê.

Çalakvanan diyar kirin ku ji bo balê bikişînin ser Ferhan Yilmaz û Garîbe Gezer ên bi îşkenceyê hatin kuştin darbest anîne.

Berdevkê Înîsiyatîfê Ertan Çita, endamên wê Hidir Sabûr û Abdulmelîk Yalçin ku polîsan dorpêç kiribûn hatin binçavkirin.