18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî ambargoyê şêniyên Efrîn û Şehbayê meşiyan

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî ambargo û ferzkirina dorpêçe ya li hemberî herêma Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî ji diwêra navçeya Ehdas ber bi nokteyên Rejîma Sûriyeyê ya Kantona Şehbayê ve li dar xist. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankerta “Na ji dorpêçiya li ser herêma Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re” û “Na ji noqteyên Firqa Çarê re” di meşê de hatin vekirin. Meş bi deqeyeke rizgirtinê dest pê kir. Piştre daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Kantona Efrînê Leyle Heftaro ve hat xwendin.

Leyla Heftaro diyar kir ku 11 sal di ser qeyrana Suriyeyê re derbasbûn lê rejîma Suriyeyê di rêbazên xwe yên ewlekariyê û di çaresernekirina qeyranê de bi israr e û wiha got: “Wisa xuya dike ku Rejîma Suriyeyê di siyaseta dorpêçkirina herêmê û birçîkirina sivîlan de bi israr e. Qeyranê li her deverî belav dike. Ev çar sal in ku Rejîma Sûriyeyê bi piranî van dorpêç û ambargoyan li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî herêma Helebê yê ku nêzî 200 hezar niştecih tê de bi cih dibin, ferz dike. Her wiha nêzî 100 hezar koçberên efrînî yên bi darê zorê ji Efrînê hetine koçberkirin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û li Kantona Şehbayê bi cih bûne.”

Heftero bal kişand ser heyva Remezanê û ev tişt anî ziman: “Di vê demê de gelên Suriyeyê hem di milê ruhî, hem jî di milê aborî de hewcedariya wan bi nirxên civakî heye. Lê mixabin Rejîma Sûriyê van nirxên civakî bi giştî binpê dike.  Rejîma Sûriyê bi hinceta ‘Firqa Çarê’ di dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi îsrar e.”

Leyla Heftaro li ser navê herdu Meclisên Kantona Efrîn û Şehbayê siyaseta dorpêçkirin û tecrîda li ser herêmên Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin daxwazên xwe wiha anîn ziman: “ Bi awayekî lezgînî divê ev dorpêç were bi dawîkirin û çûn û hatina gel a di navbera Şehba û Helebê de bê rakirin. Her wiha veguhastina kel û pelên jiyanî, madeyên sotemeniyê û dermanên nexweşiyan, demildest di navberî herdu herêmên dorpêçkirî were derbas kirin. Bangawaziya me ji hemû saziyên alîgir, mafê mirovan ew e ku hikûmeta Şamê hişyar bikin.”