6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dixwazin rastiyên li Sîlîvriyê veşêrin’

Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê ji ber îşkence û teşwîqkirina kuştinê ya li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê, çûn serdana girtîgehê. Şandeyê, têkildarî mijarê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Esra Erîn, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), Komeleya Rêxistinê Sivîl a di Pergala Ceza Înfazê de (CÎSST), nûnerê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe û gelek parêzer amade bûn.

Di daxuyaniyê de Gulseren Yolerî da zanîn ku hewl didin ku rastiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê veşêrin û wiha got: “Tevî ku dîmenên Ferhan Yilmaz ên li beşa venihêrîna awarte hatin parvekirin jî, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan sedema kuştina wî weke ‘sekinîna dil’ nîşan da. Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê jî îdiayên îşkenceyê red kir. Di vê pêvajoyê de şandeyeke Navenda Mafên Mirovan a Baroya Stenbolê û OHD’ê bi girtiyan re hevdîtin kirin. Hewl dan bi girtî û rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan bikin. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku gelek girtî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û îşkence û teşwîqkirina întîharê rast in.”

Yolerî diyar kir ku 10 girtiyên rastî îşkenceyê hatin û neçarî întîharê hatine kirin li Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê, Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, Girtîge Tîpa T a Duzceyê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Salîhlî ya Manîsayê, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê û Girtîgeha Tîpa T a Kutahyayê hatine kirin.

 Rayedarên girtigehê hevdîtin red kir

Yolerî da zanîn ku wan xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê red kirin û wiha lê zêde kier: “Tevî agahiyên hatine parvekirin, qeydên dengan, wêne, daxuyaniyên xizmên girtiyan, raporên şandeyan û tevî ku serdozgeriya komarê got lêpirsînê daye destpêkirin jî, hêjta kesek ji peywirê nehatiye girtin. Saziyên têkildar tenê îdiayan red dikin û ev girtî demildest li girtîgehên cuda hatin veguhestin. Dema em van agahiyan tevan didin ber hev dibînin ku hewl didin mijarê veşêrin.”

Yolerî, anî ziman ku ji bo derheqê bûyerê de lêpirsîneke baş bê destpêkirin, divê karmendên girtîgehê û rêveberiya wê ji peywirê bên dûrxistin, berpirsyarên wê bên cezakirin, pêvajoyeke vekirî bê domandin û di her astê de bi raya giştî re agahî bên parvekirin. Her wiha Yolerî xwest ku divê girtîgeh ji şandeyên şopandinê yên sivîl re bên vekirin.

 Îşkenceyê li her kesî dikin

Ji CÎSST’ê Rûken Altun jî destnîşan kir ku îşkence û nêzikatiya xerab bi zanebûn tê kirin û wiha got: “Demekî kin piştî bûyera îşkenceyê, girtî hatin veguhestin. Ev jî nîşaneya tecrîdê ye. Di hevdîtinên me de girtiyan got ku gardiyanan cilêt, ben û parçeyên şûşeyan danîne rex wan. Her wiha gardiyanan jê re gotine ku ‘heke hûn xwe nekujin, em ê we bikujin.’ Me bi girtiyekî siyasî re jî hevdîtin kir. Bal kişand ser îşkenceya fîzîkî û derûnî û got ku li hemû girtiyan tê kirin. Dema bertekeke herî biçûk tê nîşandan jî nayên berdan an jî cezayên disiplînê lê dibirin. Mînak, gerandina govendê ya li ber stranên kurdî sedema cezayê disiplînê ye.”