19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila êzidî vegerin ser warê xwe’

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser zêdebûna zext û zordariyên li ser Şengalê, lêkirina dîwarê navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi awayek awarte civiya. Piştî civîn bi dawî bû daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên ve hat dayîn.

Azad Hisên bi bîr xist ku ev demeke zextên cur be cur li civaka êzidî bi taybetî jî li xelkê Şengalê tê kirin. Azad Hisên diyar kir ku haya civaka wan ji hemû zext û zordariyê heye û wiha got: “Ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevalbendiya PDK’ê gelek zext li ser civaka êzidî û xelkê Şengalê tê kirin. Yek ji wan zext û zordariyan ew e ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze gelek êrişan bibe ser wan kesên di fermanê de, di zor û zehmetiyê de bi êzidiyan ve hatin bikin.”

Hisên bal kişand ser astengiyên ku ji aliyê PDK’ê ve tên derxistin û ev tişt anî ziman: “Gelê li kampan ku di nav şert û mercên giran ên koçberiyê de ne êrîşên cur be cur pêk tînin. Her roj konên wan têne şewitandin, PDK jî nahêle ew xelk vegerin ser mal û milkên xwe, vegerin ser axa xwe, vegerin ser welatê xwe. PDK bi hemû şêweyan rê li pêşiya civaka me ya êzidî digre. Em bang li civaka xwe dikin ku ji xewna PDK li wan ferz dike hişyar bin. Vegere ser warê xwe, welatê xwe ava bikin.”

Azad Hisên di berdewaman axaftina xwe de destnişan kir ku ev demeke hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK û dewleta tirk dixwaze sînorekî di navbera me û Rojavayê Kurdistanê de çêbike û wiha got: “ Bi rêya vî sînorî dewleta tirk dixwaze nefesa navbera êzidiyan û rojavayê Kurdistanê qut bike. Bila hikumeta Iraqê li deverên ku xeteriya DAÎŞ’ê heye parastina xwe bike. Yek DAÎŞ’iyek jî ji rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê nebûye.”

Di dawiya axaftina xwe Hisên diyar kir ku cîhê herî aram li Iraqê Şengal e û wiha bi dawî kir: “Em careke din bang li miletê xwe yê êzidî dikin ku hişyar bin, vegerin ser axa xwe, welatê xwe.”