4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Nûdem Dûrak

Ev demeke di rojeva gelek hunermendên cîhanê de stranbeja kurd Nûdem Dûrak heye. Divê ku piştî piştgiriya Roger Watersê solîstê Pînk Floydê heta gelek kesên navdar ên wek Noam Chomsky, Lîstîkvan Mark Rufallo û hwd ketibe rojeva me gelekan. Lê Nûdem ji sala 2015’an ve di girtîgehê de ye.
Nûdem Dûrak ji ber çi hatibû girtin? Bêguman bersiva vê pirsê hema bêjin di girtina hemû kurdan de li holê ye.

Îdeolojiyên cuda karên wekhev

Li Tirkiyeyê bi destpêkirina pergala netew-dewletiyê polîtîkayên tunekirin, ji holêrakirin û hwd ketin meriyetê. Bi salana ku her çiqas li Tirkiyeyê gelek hikûmet bi nav û îdeolojiyên cuda yên wek kemalizm, muhafazekarî, îslamî û hwd. bên bi navkiriin jî nêzîkatiyên wan ên li hemberî kurdan hertim yek bûn, wek hevbûn û heta îro jî di nav heman nêzîkatiyan de ne. Ji rojnameger, siyasetmedar, xwendevanan heta mele, aktivîst û hunermendên kurdan hema bêje di girtîgehan de ne. Nûdem Durak jî yek ji van kesane ku ji sala 2015’an ve di girtîgehê de ye.

Çîroka hemû jinan

Di çîroka Nûdemê de jî çiroka gelekî, ya bi hezaren jinên kurd heye, çîroka jinên ku serê xwe li hemberî serdestan û nêzîkatiyên serdestiyê natewînin heye.
Stranbêj Nûdem Durak ji Dêrgûla Şirnexê ye. Di nav malbateke dengbêj a ku Ji dapîr û bapîr heta bav û bira dengbêj in, tê dine. Nûdem jî hêza xwe ya herî mezin ji malbata xwe digre û berê xwe dide stranbêjiyê. Di awazên xwe de êş, zahmetî û zordariya li ser gelê kurd anî ziman û tenê ji ber awazên bi kurdî distira hat girtin û bi salane wek bi hezaran kurdên di girtîgehan de li ber xwe dide.

Pêvajoya girtina wê

Pêvajoya girtina Nûdemê di sala 2012’an de ji ber ku bi kurdî stran gotin, cara ewilî tê girtin. Nûdem piştî salekê hat berdan û piştî demeke kurt bi heman hincetê dîsa hat girtin û vê carê jî 9 mehan di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan dev ji mûzîkê bernade û li Navenda Çanda Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê dest bi mamostetiya erbanê kir. Di sala 2015’an dîsa bi hinceta “bi kurdî stran gotiye” hat girtin û di du dozên cuda de 19 sal cezayê hepsê lê hat birîn.

Naxwaze emeliyat bibe

Nûdem a ku ev 7 sal in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê de dîl e, bi gelek nexweşiyên wek guatra bi jehrî, helandina hestiyan û hwd. re rû bi rû maye. Nûdem divê ji ber guatra bi jehrî bi awayekî lezgînî emeliyat bibe lê ji ber tirsa dê dengê xwe wunda bike xwe ji emeliyatê dur dixe.

Di navbera çar dîwaran de

Nûdem ligel şert û mercên giran ên li girtîgehê hunera xwe di neqebeyna çar dîwaran de didomîne. Demek berê enstrûmana ku ji Nûdemê re hatibû şandin ji aliyê îdareyê ve hatibû şikandin. Li ser vê yekê jî gelek hunermendên bi nav û deng ên cîhanê bi kampanyeya FreeNudemê bal kişandin ser azadiya Nûdemê. Her wiha bal kişandin ser bêqanunî û niheqiya li ser kurdan jî.

Piştevaniya ji bo Nûdemê

Navenda kampanyaya ji bo Durak li Fransayê bi awayekî navneteweyî tê birêvebirin. Di çerçoveya vê kampanyayê de li Fransa, Ingilistan, DYE, Swêd, Senegal, Fas, Cezayir, Tûnis û gelek welatan dengê piştevaniyê bilind bû.

Em berê xwe bidin çîrokên xwe

Dema em bala xwe didin kampanyayên ji bo Nûdemê xuya dike ku hunermendeke kurd di rojeva gelek hunermendên cîhanê de ye lê ne di rojeva hunermendên kurd û yên din de ye. Bêguman ev helwesta hunermend, lîstikvan, siyasetmedar û aktivîstên navneteweyî ligel niheqî, bêhiqûqî û êrîşên li ser rojnameger, hunermend, siyasetmedar û tevahiya civaka kurdan kêm e û divê hê bi dengekî bilindtir van êrîşên li ser civaka kurdan bînin ziman. Lê li aliyê din jî di rojeva hunermendên kurd de jî divê ku hê zêdetir çîrokên me bixwe hebin, çîrokên girtiyên nexweş, hunermendên bi salane di girtîgehan de ne û rastî her cureyên niheqî û dijmirovî tên jî hebin. Ev jî rastiya me kurdan e ku barê herî giran li ser pişta me ye. Em berê xwe nedin çîrokên xwe dê cîhan çima berê xwe bide çîrokê me.