3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Prz. Sevîmlî: Dadgeh xwe dixe şûna kujer

Ev demeke ku mijara nafakayê bi pakêta 6’emîn a darazê careke din kete rojeva meclisê û niha li Meclisê (TBMM) tê nîqaşkirin. Di sala 2019’an de di bin navê pakêta reformê ya darazê hat derxistin. Weke berdewama vê pakêtê herî dawî mehek berê pakêta 6’emîn a ku mijara nafakayê jî di nav de heyî li meclisê kete rojevê. Gelek nîqaş li ser vê pakêtê hatin kirin û dawiya dawî pakêt ji aliyê hikûmetê ve li meclisê hat taloqkirin.
Ew hikûmeta ku bi biryerekê nîvê şevê Peymana Stenbolê ji meriyetê derxistî bi pakêtên darazê îdîa dike ku tundiya li ser jinan çareser bike. Lê ligel vê yekê jî li hemberî kujerên jinan, tacizkar û tecawizkaran bêcezatiyê dixe meriyetê. Di vê pakêtê de mijara ‘ji bo jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve hatine berdan modeleke nafakayê’ ava bikin derbas dibe. Lê parêzer û sazî û dezgehên jinan berovajî vê yekê dinirxînin. Têkildarî pakêta 6’emîn a darazê parêzera Baroya Amedê Çîgdem Sevimlî ji Xwebûnê ra axivî û diyar kir ku dadgehên Tirkiyeyê bi gelek pakêtên bi vî rengî xwedî biryarên nêrîtî ne.

‘Çareserî ne guhertina zagonan e’

Çîgdem Sevîmlî anî ziman ku li Tirkiyeyê her çiqas ku bi pakêtên darazê wek ku rê li pêş tundiya li ser jinan digirin nîşan bidin jî ev yek pêk nayê û wiha got: “Piştî ku di sala 2019’an de bi navê pakêta darazê ya reformê bi awayekî stratejik dewletê aşkera kir ku weke berdewama wê jî pakêta 6’emîn a ji bo nafakayê jî di meha sibatê de li meclisê hat nîqaşkirin. Dema em bala xwe didin naveroka vê pakêtê ji madeyên wek ‘daxistina teqdîrî ya ceza’, ‘halê baş’, ‘lixwekirina cil û bergan’, ‘krewat’ û ‘poşmaniyê’ heta gelek mijarên din ên nîqaşê jî hene. Her çiqas wezareta dadê bibêje ‘êdî ji bo van sedeman ceza nayê kêmkirin’ jî lê faîl ji zagonên poşmaniyê sûd werdigrin. Dadgeh çi poşmanî ye, çi ne poşmanî ye, ev yek aloz e. Ji ber ku me ev yek di mijara Hatîce Kaçmazê de jî dît. Dadgehê ji bo kujerê Kaçmaz, Orhan Munîs wek biryara ‘di kêliyeke hêrsbûyî de’ pêk hatiye da. Yanî dadgeh biryarên objektîf nadin û bi israr nabin şopînerê dozê. Rêxistinên jinan jî ji bo vê nêzîkatiya dadgehê wek sûc bê dîtin, li ber xwe didin. Ev mijar jî li gor madeya 96’an wek sûcê eziyetê tê pênasekirin, lê heta niha dadgehan ji bo ‘taqîba biisrarî’ doz venekirine. Li Tirkiyeyê derxistina pakêtên darazê ne pirsgirêk in, lê têxistina biryaran a meriyetê bi pirsgirêk in. Ne hewceye ku zagonên nû ava bikin. Eger ku zagonên heyî bikarbînin û kiryarên xwe bi sîstematîk bimeşînin ê pirsgirêk ji holê rabin.”

Bûyera Hatîce Kaçmaz

Di 13’ê îlona 2014’an de Hatîce Kaçmaz ji aliyê Orhan Munîs ve hatibû qetilkirin. Hatice Kaçmaz ji ber nexwest bi Orhan Munîs re bizewice, hat qetilkirin û dadgehê li ser vê yekê biryara ‘ger ku daxwaza zewicandinê qebûl bikira dê nehata qetilkirin’ da. Li ser vê biryarê ev mijar careke din ket rojeva Tirkiyeyê. Ev biryar ji aliyê gelek rêxistinên jinan û parlementeran ve hat rexnekirin.

Parêzer Sevîmlî têkildarî biryara li ser Hatîce Kaçmazê jî wiha got: “Kaçmaz zewancandinê bi riza xwe red dike. Lê dadgeh ji ber ku bi hişmendiyeke mêrane tevdigere ji bo dadgehê jî tu wateya berisva ‘na’yê tune ye. Ev biryara jî nîşanî me dide ku hişmendiyeke mêrsalar di nava dadgehê de heye. Dadgeh xwe dixe şûna kujer Orhan Munîs û wek mêrekî tê redkirin biryarê distîne. Dadgeh bi vê biryarê ji jinan re dibêje ku ‘heke hûn daxwazên mêran red bikin hûnê bên kuştin’. Heta niha me bi dadgeha ji ber bêcezakirinê rexne dikir. Lê em hatine wê astê ku êdî dibe dadgeh dozê jî venekin.”

‘Jin ji van zagonan bawer nakin’

Sevîmlî bal kişand ser nêzîkatiyên cezakirina kujerên mêr û wiha domand: “Dema mêr bi awayekî kêfî jinekê birîndar dike, dadgeh der barê wan kesan de biryareke girtinê nade. Tenê tên binçavkirin û berdan. Yanî li gor dadgehê dema ku jin bimre encax wê demê mêr bê girtin. Di vê pakêtê de êdî birîndarkirina jinan jî dê wek sûcê katalog bê pênasekirin. Jinên ku tundî li wan hatiye kirin ji bo wan parêzer bê peywîrdarkirin. Di naveroka pakêtê de tiştên baş jî hene lê pirsgirêk ew e ku heta niha jî tu biryarên baş, erênî neketine meriyetê. Jixwe ev biryar di Peymana Stenbolê de hebû. Madem we yê biryarên Peymana Stanbolê bicih bianiya wê demê we çima Peymana Stenbolê ji holê rakir?”

Astengiyên li pêşiya jinan

Sevîmlî destnîşan kir ku jin di pêvajoya hevberdanê de gelek zehmetiyan dikişînin û ev tişt anî ziman: “Jin gava doza hevberdanê vebike dikare alîkariya edlî bistîne. Jin diçin baroyê û serlêdana alîkariya edlî dikin. Baro parêzerekî tayîn dike. Piştî ku doz tê vekirin ji bo mesrefa darizandinê serlêdanê dikin. Lê gelek caran ev serlêdan tê redkirin. Ji ber sedemên aboriyê jin di lêgerîna mafên xwe de bi astengiyan re rû bi rû dimînin.”

“Jinan weke bar pênase dike”

Parêzer Çîgdem Sevîmlî da zanîn ku hikûmet di mijara nafakayê de manîpulasyonan dike û wiha got: “Hikûmet dê pîvana nafakayê li gorî dema zewacê diyar bike. Hikûmet li ser gel ferasetekê ava dike. Nafaka qet nebûye bêdem û ne tenê didin jinan. Di madeya nafakayê de zayend nediyar e. Lê bi gelemperî ji ber jin di nava malê de wek xebatkar xuya nake ya ku bi awayê neyînî bandor dibe jî jin bixwe ye. Ji ber newekheviya zayendiyê, jin di warê aboriyê de dikevin tengasiyê. Nafaka gava ku yek ji wan bimire an jî bizewice, yan jî li gor qanûnan nejî ‘dijexlaqî’ bijî yan jî yê ku nafaka dide bikeve tengasiyê nafaka tê qutkirin. Perê ku tê dayîn jî gelek hindik e. Me wek Komîsyona Jinan a Baroya Amedê di sala 2019’an de xebateke ji bo nafakayê amade kir û li dosyayen 2 hezar jinan meyze kir. Her parêzerekê li nêzî 150 dosyayan meyze kir. Tenê di dosyayên min lê meyze kirî de 2 jin 1000 TL’yî distînin û ji xeynî van bi gelemperî jinên din di navbera 100-200 TL pere distînin. Ev jî mîqtereke pir hindik e. Tenê ev mînak jixwe vê hişmendiya mêrsalar a di darazê de diderîne holê û hikûmet jî bi tevgera xwe alîgiriyê dide vê yekê.”

Sevîmlî bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya li dijî jinan û ‘Modela Nafaka ya ku dewlet Piştgiriyê’ dide û wiha bilêv kir: “Dewlet berpirsariya mêran dide ser pişta xwe. Di vê mijarê de dewlet li şûna barê jinan sivik bike, barê mêran sivik dike. Heta demekê dê mêr nafaka bide piştre jî dewlet berpirsiyariya nafakayê dê bide ser pişta xwe. Lê ev jî dê li gor şert û mercan bibe. Şart û merc çine hê nediyar e. Niha şart û mercên nafakayê dadgeh diyar dikin. Gava ku ev model bikeve meriyetê yê kî biryara nafakayê bide? Dewlet di vê modelê de jinan bixwe ve girê dide û jinan wekî barekî li ser dewletê pênase dike. Dewlet gava ku van nafakayan nede hingê dê bikaribin ji dewletê re doza îcrayê vekin? Hewceye ku dewlet zagonên xwe bikeys bike. Ne hewcêye ku zagonên nû ava bike. Di zagona 6284’an de ji bo jinan alîgirê aborî û ji bo zarokên biçûk jî zarokxane hene. Lê ev biryar çiqas tê bikaranîn?
Sevîmlî di axaftina xwe de diyar kir ku jin her diçe di lêgerîna mafê xwe de dikeve zehmetiyê û wiha berdewam kir: “Di mijara hevberdanê û velayetê de ji bo ku doz nayê vekirin ev pisrgirêk ji aliyê navbeynkaran ve tê çareserkirin. Ji bilî mafê hevberdanê û velayetê mafê jinan ê tazmînatê, tiştên zimetkirî û nafakayê jî heye. Ev mijara navbeynkariya malbatê bi vî halî pêşnûmayê nîşanî me dide ku jixwe dê pirsgirêkan derîne holê. Pênaseya tundiyê hê jî nediyar e. Em îro nizanin dadgeh an navbeynkariya malbatê tundiyê çawa pênase dike. Em di gelek bûyerên tundiya fizîkî de jî dibînin ku dadgeh ji bo vê dibêje, ‘di kêliya hêrsê’ de pêkhatine. Hê jî tundiya fizîkî nayê darizandin û şopandin. Lê tundiya di bin navê aborî, diltenik û derûniyê de em deynin li ku derê? Jin ji bo ku ji vê hengâmeyê derkevin ji gelek mafên xwe dibin. Di Peymana Stenbolê de tê zanîn ku ji bo her cureyên tundiyê ‘navbeynkarî’ û ‘lihevkirin’ qedexebû. desthilatdariyê bi lez û bez piştî vekişandina Peymana Stenbolê mijara navbeynkariya malbatê xiste rojevê. Hertim Peymana Stenbolê wek ku li hemberî malbatê be da nîşandan. Di stratejiya xwe ya reforma 6’emîn de jî mentalîteya xwe careke din nîşanî me da. Malbat hertim pîroz da nîşandan. Di nava vê pîrozbahiyê de tundiya ku tê kirin jî qada taybetî tê pênase kirin.”

Sevîmlî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger armanc dawîanîna li tundiyê be, çima Peymana Stenbolê ji meriyetê derxistin? Peymana Stenbolê berfirehtir bû. Dewlet vê valahiyê dixwaze bi mijarên wek ‘navbeynkar û lihevkirinê’ bigire. Di pratika heyî de me gelek caran dît ku dewlet di mijara tundiya li ser jinan de alîgir e. Ji ber vê yekê em baweriya xwe bi biryarên dewletê naynin û em li hember van biryaran e.”