2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sîham Dawût: Ocalan rêberê hemû gelan e

 Di 3’ê nîsanê de li Qamişloyê 31 partî û rêxistinên jinan ên kurd, ereb û suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Partiyan di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên komploger bi armanca şikandina vîna gelê kurd û hedefgirtina Rojhilata Navîn komploya navneteweyî li dijî Ocalan pêk anî. Nûneran bal kişandin ser raprorên CPT`yê û bang li Meclisa Ewropayê kir ku agahiyên dîtir der bar rewşa Ocalan de parve bike.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Sîham Dawût, der barê armanc û naveroka  duxaniyê de agahî dan. Dawût ewil rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû kesên aştî û azadiyê dixwazin pîroz kir û wiha got: “Em li hemû kesên şopdarê azadiyê ne û ji bo mafê gelê xwe û welatê xwe têdikoşin pîroz dikin. Rojbûna Serok ne rojbûna kesekî ye. Rêber Ocalan di sedsala 21’emîn de fîlozofekî pir mezin e. Mohra xwe li dîrokê xistiye. Di hişmendiya mirovahiyê û gelan de guhertinek mezin çêkiriye. Di vê pêvajoya ku mirovahî ketiye asta herî xerab de, rêya ronahiyê û rêya çareseriyê li pêş mirovahiyê vekiriye. Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Ocalan ne rojbûna kesekî ye. Li dijî wê rojbûna hemû mirovahiyê ye.”

‘Ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan civîyan’

Dawût, da zanîn ku demek e înîsiyatifa Sûriye ya ji Rêber re Azadî fizikî ya Rêber Ocalan xebatê dike û wiha got: “Ji ber vê yekê demek e bi hemû partiyên siyasî yên li Sûriyeyê re di nava têkiliyê de bûn. Bi partiyên siyasî de di nava têkiliyê de bûn ku bi wan re daxuyaniyekê bidin raya giştî. Ji bo li dijî tecrîda Ocalan ku 23 salin didome daxwaza azadiyê bînin ziman civîyan. Saziyên mafên mirovan rojane qala mafên mirovan dikin. Lê êrîşek pir mezin li ser mafê Birêz Ocalan heye. Me bi hevre bang li hezên navdewletî û raya giştî kir.  Em hemû partî ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan li hev civîyan. Me got ji vê tecrîdê re êdî bes e. Ji vê girtina li Îmraliyê re êdî bes e. Em azadiya fizîkî ya Ocalan dixwazin. Em partiyên Bakur û Rojhilata Sûrieyê yên rêya çareseriya demokrasiyê a gelên Rojhilata Navîn hilbijartiye; me xwest Rêber Ocalan di aliyê fizîkî de azad bibe. Ji ber azadiya fizîkî dibe çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Bi taybetî dibe çareseriya pirsgirêka kurd.”

‘Partiyên ereb û suryan jî hene’

Sîham Dawût, anî ziman ku di nava 31 parityan de partiyên ereb û suryanî jî hebûn û wiha got: “Partiyên ereb û suryan jî helwesta xwe anîn ziman û xwestin ji bo azadiya fizîkî gavên ciddî bên avêtin. Xwestin Ocalan azad bibe. Xwestin tecrîd bi dawî bibe û Rêber Ocalan azad bibe. Partiya Yekîtiya Suryan partiyek sûryanî ye. Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Muhafizkeran û Herekete Islah a Sûriye ev partiyên ereb in.”

‘Dê xwe bigînin saziyên mafên mirovan’

Sîham Dawût, destnîşan kir ku ji bo azadiya Ocalan dê gavên cîddî bên meşandin û wiha axivî: “Pêkhateyên partiyan ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan dê xwe bigînin saziyên mafên mirovan û saziyên navdewletî. Ev înîsiyatifa ku partî civandin, dîsa dikare di pêşerojê de van partiyan li hev kom bike. Ev partî dikarin bi hevre biryarê bidin û ji bo azadiya fizîkî dikarin bi hevre gavan bavêjin. Ev partî dikarin bang li hêzên navdewletî bikin û rola wan bibîra wan bixe. Ji bo Ocalan bi awayekî fizîk^î azad bibe divê gavên şênber bavêjin. “

‘Ocalan rêberê hemû gelan e’

Sîham Dawût, li ser pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “4’ê Nîsanê ne tenê gelê kurd, hemû gelên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ereb, kurd û suryanan ev roj pîroz kir. Bi taybetî herêmên ku hatine rizgarkirin bi coşek mezin ev roj pîroz kirin. Bi taybetî gelê herem û yên din di roja 4’ê Nîsanê de diyar kirin ku Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd e. Diyar kirin ku Oalan rêberê hemû gelan e. Diyar kirin ku Ocalan ji bo azadî, aştî, edalet û mirovahiyê  têdikoşe û ji bo vê yekê coşa xwe parve kirin. Çalakî dê heta 10’ê nîsanê bidome. Bernameyên her herêmê cuda ye. Çalakî dê bi çandina daran û bernameyên cuda bidomin. Rojbûna Ocalan ji ber ku di meha nîsanê de ye bi xwe re guhertinek nû tîne. Wekî meha nîsanê bi xwe re zindîbûnekê pêş dixe. Herî dawî dikarim bêjim heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Heta pirsgirêka kurd jî çareser nebe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin.”