27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêx Reûf: PDK dixwaze hemû erkên serdestiyê têxe destê xwe

Analîzvanê siyasî Burhan Şêx Reûf rexne li PDK`ê kir û anî ziman ku PDK hewl dide desthilat Iraqê û başûrê Kurdistanê kontrol bike.

Li Iraqê, piştî hilbijartina 10`ê cotmeha 2021`ê pêk hat, aloziya hikumeta nû ya Iraqê didome. Hevbendiya Sadiran bi pêşengiya oldarê şîî Muqteda El-Sadir di radeya yekemîn de di hilbijartinan de bi ser ket. Lê tevî vê serkeftinê Muqetda El-Sadir nekarî hikumeta nû ava bike ku bi Mesûd Barzanî û Mihemed El-Helbûsî re hevbendiyek ava kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hewldanên kontrolkirina desthilatê de, lihevkirina di navbera xwe û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ya têkildarî erkên serdestiyê yên Iraqê binpê kir. Ligel ku erka serokkomariyê li gorî lihevkirina navborî ya YNK`ê ye, lê dîsa PDK`ê namzetek xwe ji bo serokkomariyê diyar kir.

Analîzvanê siyasî Burhan Şêx Reûf ê ji başûrê Kurdistanê sedema aloziya avanekirina hikumeta Iraqê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxand. Şêx Reûf diyar kir ku sedema aloziya hikûmetae Iraqê ji ber tercîhkirina berjewendiyên partiyetî yên teng li ser berjewendiyên bilind ên gelê Iraqê ye.

Burhan Şêx Reûf der barê hewldanên PDK`ê yên ji bo derxistina aloziya nemzetê serokkomariyê û sînordarkirina rola YNK`ê de wiha got: “PDK`ê her tim hewl dide erkên serdestiyê yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kontrol bike.”

`PDK dixwaze YNK’ê têk bibe

Reûf destnîşan kir ku YNK`ê di helwesta xwe de bi israr e û wiha domand: “Berê, lihevkirin di navbera PDK û YNK`ê de têkildarî parvekirina erkên serdestiyê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hebû. Ji bo parastinê vê hevsengiyê, YNK`ê banga mafên xwe yên erkên serdestiyê dike, bi taybet serokkomariya Iraqê. Lê PDK`ê heta vê kêliyê bi israr e ku namzetek din pêşniyar bike da ku YNK`ê têk bibe.”

Reûf diyar kir ku YNK`ê li hember PDK`ê disekine û wiha pê de çû: “YNK`ê dev ji mafên xwe bernade. Dê bi hevalbendan re kar bike da ku mafên xwe wek hêzeke sereke li Iraqê biparêze ku ji bo mafên gelê Kurd û doza kurd dixebite.”

`Tirkiye dixwaze herêmên din desteser bike’

Di dawiyê de Reûf îşaret bi rola dewleta Tirk û hewldanên wê yên ji bo firehkirina hegemoya xwe li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK`ê û got: “Ji mêj ve dewleta Tirk hewl dide timayên xwe yên li Iraqê pêk bîne. Ev hewldan heta niha berdewam in. Her wiha bi gûrbûna aloziya siyasî û xitimandina siyasî re dewleta Tirk mudaxeleyî kar û barên Iraqê dike û rêzê ji serdestiya Iraqê re nagire, armanc jî destserkirina herêmên din e.”