spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tevgera Ekolojiyê: Tu jî şitlekê biçîne

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di 1’ê Nîsanê de li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê kampanyaya şitildanînê dabû destpêkirin. Kampanya didome. Aktivîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Salman Karasû, kampanyaya şitildanînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Karasû, diyar kir ku dê kampanyaya şitildanînê li seranserê herêmê bidomînin û wiha got: “Em dixwazin her kes li cihê xwe, li bajêr, navenda bajêr, baxçeyên xwe, gundên xwe, qeraxên çeman şitilên daran biçînin. Yên ku ev derfet bi dest wan nakevin jî li şaneşînên xwe di tasikan de şitilên daran biçînin.”

Karasû, anî ziman ku di salên dawî de bi polîtîkayeke qirkirina daran re rû bi rû ne û bal kişand ser qirkirina daristanan. Karasû, destnîşan kir ku armanca kampanyayê ew e ku rê li pêşiya talankirinê bigire û wiha got: “Dê kampanyaya me heya dawiya nîsanê bidome. Lê em dixwazin vê kampanyayê her sal bidomînin. Bikin kampanyayeke berdewamî. Ji ber ku pêdiviya me bi tiştekî wiha heye. Belkî di salên pêş de pir pêdivî pê hebe. Dirûşmeya kampanyaya me li dijî tunekirinê jiyan e. Çima em têkiliya wê bi jiyanê re datînin? Ji lewre daristan û dar nîşaneya herî mezin a jiyana xwezayî ne. Qadên daristanî qadine pir kompleks in, bi habîtata xwe ya zindî qadeke pir girîng e. Tunekirina qadeke daristanî an jî texrîbkirina qadeke daristanî bandorê li tevahiya derdora xwe dike. Tenê ne li habîtata cihê lê, bandorê li deverên dûrî xwe jî dike.”

‘Her sal bi sedan hektar daristan tên şewitandin’

Karasû, diyar kir ku têkildarî texrîbkirina daristanan di dest wan de daneyeke zelal tune ye û wiha berdewam kir: “Gelek sedemên şewatên daristanan hene. Ji ber krîza avhewayê, ji ber sabotajê çêdibin. Ji ber şer û gelek sedemên din daristan dişewitin. Daneyên pir zelal tune ne. Lê em li gor agahiyên ku kesên li nêzî cihên ku daristan lê tê şewitandin, an jî dîmenên peykê, em bi texmînî hin daneyan datînin holê. Em dizanin ku her sal bi sedan hektar daristan dişewitin.”

‘Piştî şer şewata daristanan zêde bûye’

Karasû, destnîşan kir ku şewata daristanan di pêvajoya şer de zêdetir bûye û wiha axivî: “Di salên dawî de li herêmê, bi taybetî jî piştî pêvajoya şer şewatên daristanan zêdetir bûne. Der barê vê de hin lêkolîn hene. Bi taybetî jî ji Zanîngeha Lûndê lêkolîneke Pinar Dînçê heye. Ev lêkolîn hatibû weşandin.”

‘Daristanê dikin qurbana sermayedaran’

Karasû, li ser pevçûna sermaye û bandora wan a li ser tunekirina daristanan rawestiya û ev agahî parve kir: “Di demên dawî de em dibînin ku gelek qad berpêşî madenan tên kirin. Li vir jî ji ber şîrkantiya sermaye û desthilatê ev qad tên qirkirin. Sedema israra me ya darçandinê jî ev e. Bangawaziya me ya ji bo darçandinê jî li dijî polîtîkayên qirkirinê, polîtîkayên dijî xwezayê xwedîderketina li xwezaya xwe û nasnameya xwe ye. Yanî hêlek bi hin sedeman tune dike, hêlek jî ketiye nava hewldana jinûve avakirinç Bangawaziya me jî ji bo vê ye.”

Bi şitlekê li jiyanê xwedî derkeve

Karasû, da zanîn ku kampanyayê ewilî ji bo erdnîgariya Mezopotamyayê dane destpêkirin û wiha got: “Lê têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Lewma banga me ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye û em vê banga xwe dubare dikin. Em dixwazin tevahiya civakê li dijî vê yekê refleksa xwe nîşan bide. Li Iraqê, Sûriyeyê, li Îranê û li her derî divê gel guh bidin vê bangawaziyê û bi qasî ku ji dest wan tê daran, şitilan û kulîlkan deynin. Û divê em bi vî awayî habîtata daristanê çêbikin.”

Karasû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew li dijî tunekirinê bi dirûşmeya “Tu jî bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve” tevdigerin û got: “Em dixwazin ji her kesî re bibêjin tu jî li dijî polîtîka û ferasteên tunekirin bi şitilekê xwedî li jiyanê derkeve. Em baş dizanin dê ev hewldan bilind bibe û encamê bigire.”