18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên ji Silêmaniyê: PDK axa me difroşe

Li Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li hemberî qadên gerîla û başûrê Kurdistanê ku ji 17’ê Nîsanê ve didome, bi sedan welatiyên Silêmaniyê bi pêşengiya jinan daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.

Meşê bi pêşengiya jinan li Kolana Salim a Silêmaniyê dest pê kir û heta Emne Sûreke domand û li wê derê daxuyanî hat dayîn. Jinên ku beşdarî meşê bûn der barê dagirkeriya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser xaka başûrê Kurdistanê bi Nujinhayê re axivîn.

Welatiya bi navê Zuhre Kerîm a ji Silêmaniyê ku dayika gerîla ye weke hemwelatiyekî beşdarî meşê bû da zanîn ku PDK îxanetê dike û rê dide dewleta tirk bi rehetî bikeve nava xaka başûrê Kurdistanê û wiha got: “PDK îxanetê dike, xaz û nefta me difiroşe û xaka me jî difiroşe, em piştgiriya doza xwe dikin û em piştgirya gelê kurd dikin. Ez bang li hemû kesan dikim ku piştgiriya gerîla û gelê kurd bikin û daxwazê ji melayan dikim ku di mizgeftan de der barê dagirkirina xak, welatparêzî û dagirkeriyê de biaxivin. Ev êrîş ne tenê li dijî gerîlayan e li ser hemû gelê kurd e. Dewleta dagirker a tirk dixwaze xelîfetiya osmaniyan zindî bike, rêveberên PDK’ê diçin Tirkiyeyê û bi wan re dicivin, Tirkiyeyê weke dostê xwe dibîne. Ev ne cara yekem e ku wiha dike di dîroka gelê kurd de PDK her dem di nava îxanetê de bû.”

Welatiya bi navê Herêz Ehmed daxwaz ji ciwanan kir ku di rêzên pêşî de nerazîbûna xwe nîşan bidin û ev tişt anî ziman: “Divê plana van kesên dagirker ku îro dixwazin me ji ser axa me biqewrînin, ji holê rakin. PDK û dewleta dagirker a tirk propagandayê dikin û dibêjin ku PKK li dijî gelê kurd e. Tiştek bi vî awayî nîn e, gerîla li çiya têdikoşe ji bo me û axa welat biparêze. Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze me tune bike hêvîdar im di demek nêz de rêveberiya Tirkiyeyê ji desthilatdariyê bikeve da ku dest ji axa me berdin.”

Rêveberiya Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Fatma Silêman ku di meşê de amade bû êrîşên dewleta tirk şermezar kir û bang li hemû jinan kir ku li hemû cihan beşdarî çalakiyên nerazîbûnan bibin û wiha domand: “Em ê her dem li qadan bin, li Efrîn, Başûr yan jî li bakurê Kurdistanê be ferq nake, em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin. Em ê bi berxwedan û xebatên xwe li dijî dijmin têbikoşîn û helwest û nerazîbûnên xwe hîn zêdetir nîşan bidin. Kî dibe bila bibe em tu deman destdirêjiya li ser jinan û ya li ser xaka xwe qebûl nakin, her dem em ê berxwedanê raber bikin û dest ji riya şehîdan û Rêber Apo bernedin. Heta ku em hemû herêmên xwe rizgar nekin û dagirkeriyê têk nebin em nasekinin.”