28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kardaş: Dewlet qetilkirina jinan vedişêre

Zext û tundiya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe. Li şûna peyva cinayetên jinan êdî gotina ‘kuştinên biguman’ derdikeve pêş. Hejmara kuştina jinên biguman edî hejmara cînayeta jinan derbas kiriye. Kuştin bi piranî weke ‘Xwekuştinê’ tê penasekirin.  Rexistinên jinan ên ku qetlîamên jinan tînin ziman an jî ji bo ev pirsgirêk çareser bibe çalakiyan dikin; ji aliyê desthilatdariyê ve bi zextan re rû bi rû dimînin. Endamên wan jî têne binçavkirin.

Hevseroka Şaxa 2’emîn a Genel-Îş’ê ya Amedê Hanîfe Kardaş têkildarî mijarê anî ziman ku hişmendiya mêr hertim ji bo kuştina jinan ji xwe re hincetan derdixe û wiha got: “Jin ji aliyê mêr, bav, bira û dewletê ve tên kuştin. Mêr hertim jinan qetil dikin û bi navê ‘Xwekuştinê’ jî qetilkirina jinan berovajî dikin. Hişmendiya mêr û dewletê yek e. Dewlet jî van qetlîamên jinan bi navê ‘biguman’ pênase dike û piştgirî dide mêran. Ev pergala hişmendiya dewletê jinan qetil dike. Di qetilikirina jinan de mirina biquman tune ye. Hemû jî ji aliyê desthilatdariya mêran ve tên qetilkirin.”

‘Piştî Peyman Stenbolê qetlîma jinan zêde bû’

Kardaş bal kişand ser nezîkatiya dewletê û wiha bilev kir: “Armanca dewletê ew e ku peyva ‘qetilkirinên jinan’ ji holê rake û wek mijareke wiha tuneye bide xuyakirin. Ji ber vê yekê jinên hatine qetilkirin di dosyayên wan de wek ‘mirina biguman’ tê nîşandan. Eger ku armanc çareserkirina vê mijarê be çima di nava rojekê de Peymana Stenbolê ji holê rakirin? Piştî Peymana Stenbolê gelek jin hatin qetilkirin. Pergal bi xwe jinan qetil dike. Ji ber ku pergal mêran hertim bi bêcezatiyê diparêze. Piştî rakirina Peymana Stenbolê dewlet valahiya heyî dixwaze bi qanûnên xwe yên sembolik tije bike. Di demeke nêz de zagona tundiyê ji meclise derbas bû. Lê mijara qetlîama jinan dê çareser neke. Cezayê 6 mehan derxist 9 mehan an jî ji salekî derxist salek û nîvê.”

‘Dewlet ji jinan ditirse’

Hanîfe Kardaş a zanîn ku rexistinên jinan hertim di bin çavderiya dewletê de ye û wiha got: “Bi têkoşîna rexistinên jinan mijara nafakayê hat sekinandin. Hewce ye ku rexistinên jinan hertim çalak bin. Dewlet ji jinan ditirse. Ji ber vê yekê rexistinên jinan ji xwe re dixe hedef. Demeke nêz de jî gelek jin li Amedê hatin binçavkirin. Ji wan jinan jî hinek kes xebatkarên Komeleya Rosa yê bûn. Niha jî ji ‘Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin’ (KCDP) re doza girtinê ya ji ber ‘hilweşîna malbatê’ hat vekirin. Li gorî dewletê di nav malbatê de çi dibe bila bibe lê divê malbat neyê hilweşandin.   Armanc ew e ku çalakiyên jinan bidin sekinandin da ku dewlet hişmendiya xwe belav bike. Hewce ye ku em jin hertim birêxistin bin.”

‘Kurd im, jin im, karker im’

Hanîfe Kardaş di dawiya axaftinê de bal kişand ser giringiya rêxistinên jinan û ji bo 1’ê Gulanê banga tevlibûnê kir: “Jinan çawa ku di 8’ê Adarê de qad tije kirin û ji wê qadê çûn Newroza 21’ê Adarê, bi heman coşê divê berê xwe bidin qadên 1’ê Gulanê jî. Îsal girîngiya 1’ê Gulanê cuda ye. Ji ber ku hemû karker ji rewşeke pir zehmet derbas dibin. Di vê krîzê de gelek kes nikarin debara xwe bikin. Çawa ku jin li dijî hemû newekheviyan li ber xwe didin dê di 1’ê Gulanê de jî li dijî vê hişmendiya zayendperest li ber xwe bidin. Îsal şîyara 1’ê Gulanê ‘Em ê li malan nabin kole, di reyan de nebin karkerên demsalî.  Em jin vê pergala koletiyê bişkînin. kurd im, jin im, karker im û li vê derê me.”