11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşmergeyên Dêrîn: Em amade ne li dijî dagirkeriyê rabin

Ji 17’ê nîsanê ve dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser herêma Zap, Metîna û Avaşînê didomîne û bi tu awayî li hemberî berxwedana gerilla nikare pêş ve here. Ji çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li dijî hevkariya PDK’ê bertekên xwe nîşan dan.

Endamên Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Şaxa Hewlêrê der barê êrişên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de ji Rojnews re axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Ferhad Qadir di destpêkê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Bêdengiya her sê serokatiyên başûrê Kurdistanê ya li beramberî êrişan cihê gumanî û pirsê ye. Nabe ku berpirsên başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirinên dewleta tirk bêdeng bimînin. Divê helwesta xwe nîşandin.”

Ferhad Qadir da zanîn wan ji bo azadiya kurd û Kurdistanê xebat kiriye û nabe niha jî tu aliyekî pêşengtî û hevkariya dagirkeran bike û ev tişt anî ziman: “Pêwîste gelê kurd yekgirtî be. Dijmin ji bo berjewendiyên xwe hertim xwestiye di navbera kurdan de parçebûyînê çê bike. Niha jî wek pêşmergeyekî amade me ji bo parastina xaka herêma Kurdistanê li dijî dagirkeran şer bikim.”

Pêşmergeya Dêrîn a Hizba Şuî Kurdistan Rêwas Ehmed jî li ser dagirkeriya Tirkiyeyê wiha got:  “Êrişên dewleta tirk metirsiyeke mezin li ser statûya herêma Kurdistan û neteweya kurd çêdike. Ji bona wê pêwîste pêşî li êrîşan were girtin.”

Rêwas Ehmed da zanîn her hêz û aliyek rê ji dewleta tirk re xweş bike û alîkariya wê bike, xiyanetê li gelê kurd dike û wiha domand: “Divê  aliyên kurdî şiyar bin û bi tu awayî piştgiriya dewleta tirk a dagirker nekin. Ji ber ku dewleta tirk li dijî hemû mafên gelê kurd e. Divê kurd rê nedin artêşa tirk ku derbasî nav xaka Kurdistanê bibin, heta nikaribe şerê kurd bi kurd derxe û êdî welatiyên kurd nebin qurbaniyên bombebaranên dewleta tirk.”

Di dawiyê de jî Rêwas Ehmed rexne li helwesta partiyên Başûr kir û ev tişt got: “Partiyên başûrê Kurdistanê ji berjewendiyên neteweyî zêdetir, ji bo berjewendiyên hizbî kar dikin.”