3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

37 ciwanên Cidîd El Begara soz dan HSD`ê

Ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê Dêrazorê banga HSD`ê ya vegera herêmê bersivand û soz da ku helwestên xwe yên berê dubare nekin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 27`ê tebaxê li bejahiya Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ`ê, sûcdar û bazirganên narkotîkê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin. Operasyon 8`ê îlonê bi dawî bû. HSD`ê, 25`ê îlonê daxuyaniyek dabû û bang “li tevahî çekdarên çûne herêmên serweriya rejîmê û yên destê wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene” kiribû ku bi hêzên wan re bikevin peywendiyê, rewşên xwe çareser bikin û vegerin herêmê.

37 ciwanên bajarokê Cidîd El Begara yê rojhilatê Dêrazorê banga HSD`ê bersivand û soz dan ku helwestên xwe yên berê dubare nekin. Ciwanan bang li her kesî ku li dijî gel û hêzên leşkerî çek rakiriye kir ku vegerin herêmê, helwesta xwe sererast bikin û beşdarî parastina ewlehiya herêmê bibin.