17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşên Israîlê de 11 rojnamevan hatin kuştin

Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Fîlîstînî ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li Xezzeyê 11 rojnamevan hatine kuştin

Li gorî Reutersê, Sendîkaya Rojnamevanan a Fîlîstînê diyar kiriye ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li Xezzeyê 11 rojnamevan hatin kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamevnan (CPJ) di 15’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî şer derbasî Lubnanê bû, ew nûçeyên têkildarî rojnamevanên di şer de hatin kuştin, yên birîndar bûn, yên hatin binçavkirin an jî winda bûn, lêkolînê dikin.

Li gorî CPJ’ê jî heta 15’ê Cotmehê di şer de herî kêm 12 rojnamevan hatin kuştin, 2 winda bûn, 8 jî birîndar bûn.

CPJ diyar kiribû ku kuştina 10 rojnamevanên Fîlîstînî û rojnamevanekî Îsraîlî hatiye piştrastkirin. Di 13’ê Cotmehê de jî li başûrê Lubnanê di êrîşê de rojnamevanek hatibû kuştin, şeş kes jî birîndar bûbûn.