spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Rojnamevan Salaz şandin Wanê

Cenazeyê rojnamevan, nivîskar û kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz li Silêmaniyeyê bi merasîmekê ber bi Wanê ve şandin

Cenazeyê rojnamevan, nivîskar û kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz di saetên sere sibê de bi merasimekê ji Silêmaniyeyê ber bi Wanê ve bi rê kirin. Gelek rojnamevan, hempîşe, nivîskar, hunermend, malbat û dostên rojnamevan Necmettîn Salaz beşdarî merasîmê bûn. Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê di derbarê jiyana kedkarê ragihandina azad Necmettîn Salaz de sînevîziyonek hate nîşandan. Piştî sînevîziyon, li ser navê şîrketa ragihandinê ya Çetir, Aras Îbrahîm axivî. Îbrahîm bal kişande ser xebatkariya şehîd Necmettîn Salaz û got ku ew ê timî li ser rêya wî de xebatên xwe bidomînin.

Kurteyek ji peyama Hevserokatiya KCK’ê ya bi boneya şehîd Necmettîn Salaz hatibû dayîn, hat xwendin. Piştre Rasan Muxtar, Rêveberê televîzyona Kurdsat jî peyamek xwend. Muxtar da zanîn ku ew kêyfxweş in ku ferdek weke Necmettîn Salaz nas kirine û bi salan ligel hev xebat kirine. Muxtar her wiha diyar ku şehîd Salaz di demeke kurt de cihê xwe di nava dilê hemû malbatên bajarê Silêmaniyê vekir.

Piştre peyama Serokê YNK’ê Bafil Talebanî hat xwendin. Di peyamê de hatibû gotin ku ew ji ber şehadeta Salaz xemgînin û di heman demê de şanazî pêve dikin. Nivîskar û Siyasetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê, Mihemed Emîn Pêncewînî jî axaftinek pêşkêş kir. Pêncewînî ligel ku da zanîn şehîd Necmettîn Salaz weke stêrkekî bû û got, sembola welatparêziya resen bû. Hevjîna Serokkomarê Iraqê, keça Îbrahîm Ehmed, Şanaz Ehmed jî peyamek yê hevxemiyê ji bo merasîmê şandibû ku hat xwendin.

Piştre hevxebata şehîd nemcettîn Salaz Rojnamevan, Semîra Seîd axaftinek pêşkêş kir. Semîra da diyarkirin ku şehîd Necmettîn Salaz şehîdê pênûs e û timî weke têkoşerekî welatparêz xebat kir û got; Heval Necmettîn bû pira bi hev gihîştina gelê Kurd ên her çar beşên Kurdistanê.

Rojnamevan, Semîra Seîd di dawiya axaftina xwe de biryardariya xwe ya ji bo şopandina rêya şehîd Necmettîn Salaz nîşan da û sersaxî ji malbat, gelê Kurd û hevxebatên wî re xwest. Di dawiyê de li ser navê malbatê Cemîl Demîr axaftinek kir. Demîr ku şehîd Necmettîn Salaz weke Mamoste pênase kir û got: “Mamoste bi rastî jî welatparê bû. Ti carî serî li hemberî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker netewand.”

Demîr behsa helwest û jiyana pir tije ya şehîd Necmedîn Salaz kir. Di dawiyê de Demîr gotin û peyamên endamên malbatê xwend. Amadebûyên merasîmê piştî axaftinan û bi dawî bûna merasîmê bi berzkirina dirûşmeyan cenazeyê kedkarê ragihandina azad, şehîd Necmettîn Salaz ber bi warê wî ango bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê ve birê kirin.