3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên enternasyonal piştgirî dan doza Kobanê

Nûnerên enternasyonîst dosa kobanê şopandin û piştgirî dan siyasetmedarên kurd

Gelek siyasetmedar, rojnameger û nivîskarên ji Ewropa û Rojhilata Navîn danişîna doza Kobanê şopandin û li pêşiya eywanê wêneyê komî kişandin.

Rûniştina yekemîn a danişîna 37’an a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Parêzerên siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur û Alp Altinors û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.  Gelek siyasetmedar, rojnameger, nivîskar, helbestvan û aktîvîstên ji Almanya, Swîsre, Lubnan, Fransa, Norveç, Swêd, îzlanda, Misir û Lubnanê jî danişîn şopandin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Sekretera Giştî ya BASTA’yê Franziska Stier, Hevsekretera Giştî ya Partiya Çep a Fransayê Fierre Barbier û Parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand, Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Ilona Szatmari, li ser navê Kesk a Ewropayê Mina Jack Tolu, li ser navê Friedrich Ebert Stiftungê jî Nûnera Tirkiyeyê Pinar Ecevîtoglû danişîn şopand.

Piştî destpêkirina danişînê, parêzer Çîgdem Kozan axivî û têkildarî dosyaya li Êlihê derheqê miwekîla wê Ayla Akat Ata de hatiye vekirin û bi vê dosyayê re hatiye yekkirin de agahî da.

Kozan, diyar kir ku ji ber daxuyaniyên Ata ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ku têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah hatibû dayîn doz hatiye vekirin. Kozan, miwekîla wê tenê di wêneyekî de xuya dike, polîsan destûr daye daxuyaniyê û tu bûyerên tundiyê çênebûne. Kozan, got ku ji ber vê bûyerê derheqê miwekîla wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatiye vekirin. Kozan, diyar kir ku di demên berê de jî gelek doz hatine vekirin û bi vê dozê re kirine yek.

Kozan, wiha domand: “Daxuyaniyên miwekîla min, mafekî demokratîk e. Peyva ‘komployê’ ya ji bo 15’ê Sibatê tê gotin jî sûc nîne. Em jî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de heman tiştî dibêjin.” Kozan, gotinên Ata yên têkildarî komkujî û êrişên li ser kurdan de dubare kir û ev pirs kir: “Ji van kîjan sûc e?”

Kozan, destnîşan kir ku gelek tawanbariyên li miwekîla wê hatine kirin ji ber gotinên wê yên di çalakî û xwepêşandanên di pêvajoya çareseriyê de ne.

Piştî parastina parêzer Çîgdem Kozan, şandeya dadgehê navbera nîvro da. Şandeya biyanî di dema navberê de li pêşiya eywana dadgehê wêneyekî komî kişand.