28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama êrîşa şehîdgehê: Em nirx nadin kurdan

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi êrîşên li dijî şehîdgehan peyam dide ku bi tu awayî nirx nade kurdan û ev tişt got: “Tola xwe ji miriyan digirin.”

Di navbera salên 2013-2015’an de dewleta tirk bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikir û şerê li dijî gerîlla dabû rawestandin. Di vê pêvajoya ku şer hatibû rawestandin de li gelek deverên bakurê Kurdistanê ji bo gerîllayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn şehîdgeh hatin avakirin û cenaze û hestiyên bi sedan gerîllayan hatin komkirin û li van şehîdgehan hatin veşartin. Lê piştî ku hevdîtinên di navbera dewletê û Ocalan de bi dawî bûn û pêvajoya şer careke din hat dest pê kir, desthilata AKP-MHP’ê li dijî van şehîdgehan êrîşên mezin dan destpêkirin û bêrêziyên mezin li gorên gerîllayan kirin.

Leşker û polîsan di operasyonên leşkerî de piraniya van şehîdgehan hilweşandin. Herî dawî hefteya borî derket holê ku li herêma Besta ya Şirnexê leşkeran êrîşî şehîdgeha gerîllayên HPG’ê ya li herêmê kirin û hemû goran rûxandine. Hevberdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Bajar a Amedê Abbas Şahîn, der barê vê bêrêziya leşkerên tirk a li şehîdgehê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Hovîtiya bêmînak

Hevberdevk Abbas Şahîn, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di dîrokê de di nav gelek civakan de şer derketine lê tu hêz û dewlet weke dewleta tirk hovane tevnegeriyane û ev tişt got: “Tişta ku dewleta tirk dike, gelek dij mirovî û hovane ye. Ew goristan ji bo gelê kurd gelek cihên pîroz û binirx in. Dema ku mirovek jiyana xwe ji dest dide êdî tu eleqeyeke wî û jiyanê bi hev re namîne. Dixwazin ku mêjiyê yek kesî di nava civakê de bidin avakirin. Ji bo me jî tişta herî girîng ev pîrozbahî, goristan û dîroka me ye. Dema ku bîra civakê bê jêbirin dîroka mirovahiyê jî tê têkbirin. Ev tişta ku dikin rê li ber dijminatiyê vedike. Bi taybetî jî dema ku cenazeyên şehîdan tên veşartin gelek êrîşên nijadperestî têne kirin.”

Tola xwe ji miriyan digirin

Abbas Şahîn, diyar kir ku desthilata AKP û MHP’ê bi awayekî giştî bi êrîşên li şehîdgehan dixwazin bi bîra civakê bilîzin û wiha got: “Ev tişt nîşaneya aciziyê ye. Dema ku mirovekî jiyana xwe ji dest dide dixwazin tola xwe ji wan bistînin. Ji bo civak di nava hev de nejîn dixwazin hemû civakê bidin dijberî hev. Bi hezarê salan e ku li vî welatî gelê kurd, elewî, êzidî, rom, laz, ereb, ermenî, çerkes, suryan û gelek rengên cuda di nava hev de dijîn. Heta desthilat nehatibûn avakirin van gelan hemû bi hev re jiyana xwe didomandin. Ev texrîbkirinên ku tên kirin, li gorî peymanên navneteweyî jî sûc in. Di şer de jî ev tişt heye, dema ku cenaze bêne stendin divê destûr bê xwestin.”

Civakê jî şerpeze dikin

Şahîn, bi lêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê bi berjewendî nêzî xerakirina şehîdgehan dibin û li ser goran tesîsên civakî didin avakirin û der barê mijarê de ev nirxandin kirin: “Bi vê polîtîkaya xwe ya qirêj dixwazin ku civakê bidin perçiqandin. Her roj bihişmendî êrîşî nirxên kurdan dikin. Texrîbkirina goristanan nîşaneya bêçarebûn û nehilberandina siyasetê ye. Di vir de armanca me hilberandina siyaseteke demokratîk e. Jixwe dema ku desthilat bixwaze dikare bi her awayî serî li kiryarên xwe yên hovane bide. Di encamê de civak jî bi xwe re şerpeze dike. Ji ber vê yekê her tim dest bi texrîbkirina goristanan dikin. Li gelek deveran goristanan xera dike û li ser wan goristanan tesîsên civakî didin çêkirin. Me ev tişt li gelek deveran dît çêkirina tesîsan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.”

Peyama ku didin

Di berdewamiya axaftina xwe de Şahîn, bal kişand ser rewşa cenazeyên ku bi kargoyê didin malbatên wan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bi desthilateke dijwar re rû bi rû ne. Dema ku di siyasetê de gemariyên wan dertên holê serî li êrîşên nijadperest didin. Di van êrîşan de pêşî kurd para xwe ji vî şerî digirin. Dema desthilat li ser piyan nemîne di nava gelan de tu pirsgirêk namîne. Ev pergal dixwaze kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi awayekî hovane wan ji goristanan derbixe û nasnameya wan bide windakirin. Ev tişt vê peyamê dide kurdan dibêjin em bi tu awayî nirx nadin we. Cenazeyên gelek hevalên me di nava qutiyan de didin dayikên wan. Ev wehşeta tê kirin li tu dera dinyayê pêk nehatiye. Ev tişt qet nakeve kategoriya mirovahiyê. Em hêvî dikin di demeke kurt de ji van şaşiyên xwe vegerin. Van polîtîkayên qirêj tu carî ji aliyê civakê ve bi awayekî baş nehatine pêşwazîkirin. Ji roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta îro tu tiştek nehatiye guhertin. Avakirina wê tim bûye mirin, alozî, girî û xwîn.”