18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujerên Ocak û Karakoç pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 694’emîn de li kujerên Hasan Ocak û Ridvan Karakol pirsîn. Li Êlihê jî daxwaza dîtina windayan û darizandina kujeran hat kirin.

Reveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbata windayan û kujeran bipirsin di hefteya 694′ emîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li pêk anî. Endam û rêveberên DBP, Hevserokên HDP’a Amedê, endam û rêveberin MEBYA-DER, MED-DER beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de weneyên windayan hatin hildan.

Vê hefteyê bi boneya “Hefteya Windayan” qetilkikirina Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hat bibîrxistin û li kujerên wan hat pirsîn.

 Em ê li dijî qedexeyan têbikoşin

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku ji bo darizandina kujerên windayan bênavber têkoşîna edaletê didin û dê bi israr û biryar çalakiya xwe bidomînin. Zeytûn bal kişand ser qedexekirina zimanê çalakî û şahiyên zimanê kurdî, konser û şanoyên bi kurdî û wiha got: “Ev qedexe û astengî polîtîkaya dewletê ya li hemberî kurdan e. Em ê li hember vê polîtîkaya qedexekar û bêhiqûqî bêdeng nemînin û em ê her daîm têbikoşin.”

Hasan Ocak û Ridvan Karakoç bi îşkenceyê hatin kuştin

Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim jî serpihatiya Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de ku xwedî nasnameya sosyalîst bû di binçavan de hat qetilkirin û Ridvan Karakoç ê xebatên siyasî û çandî dikir li Stenbolê di binçavan de hat kuştin vegot. Yildirim anî ziman ku Ocak û Karakoç di encama îşkenceyê de hatine qetilkirin û cenazeyên wan li goristana bêkesan a Stenbolê hatiye dîtin. Yildirim bi bîr xist ku heta niha derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye destpêkirin û xwest kujer werin dîtin û darizandin. Yildirim got nedîtina kujeran encama polîtîkaya bêceza hiştinê ye.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 531’emîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ku li serê Cadeya Gulistanê ye civiyan û li aqûbeta windayan pirsîn. Koma tev li çalakiyê bûn, wêneyên windayan hildan. Hevserokê ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tevî astengî û qedexeyan jî çalakiyên wan ên têkoşîna edaletê berdewam dike. Yildiz di axaftina xwe de daxwazên xizmên windayan ên ku bi salane dikin rêz kir û got divê tavilê daxwazên malbatan werin qebûlkirin û winda bên dîtin û kujer bên darizandin.