5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Gundî li ber dibistanê kom kirin û gund şewitandin’

Dayikên Şemiyê, xwestin kujerên Îkram û Servet Îpek û Seyithan Yolur ên aqûbeta wan nediyar, bên cezakirin.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 896’emîn de çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyithan Yoler ên di 18’ê Gulana 1994’an de li mezraya Dehla Zera ya gundê Beşişt ê Liceyê di operasyona eskerî de hatin binçavkirin û windakirin pirsîn.  Di çalakiyê de ewil Pismamê Îkram û Servet Îpek ên hatin windakirin Azamettin Îpek axivî û wiha got: “Leşkeran piştî bi ser gund de girtin, hemû gundî li pêş dibistanê kom kirin û gund şewitandin. Piştre jî pismamê min jî di navde 6 ciwan binçav kirin. Ciwan birin dervê gund û li maşîneyan suyar kirin û birin tabûra leşkerî ya li Liceyê. Şahidan diyar kirin ku heta serê sibê îşkence li ciwanan kir. 3 ciwan bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Dema malbat çûn tabûra leşkerî, rayedarên leşkeriyê înkar kirin û gotin ‘Me kes neaniye vir’ Rayedarên tabûrê gefa ‘Hûn nêzî tabûrê bibin em ê we darve bikin’ li malbatan xwar. Malbatê serî li gelek saziyên dewletê dan. Lê hemû serlêdan û daxwaznameyên wan hatin redkirin. Malbatê serî li Şaxa ÎHD’ê da. Dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê Tirkiye operasyon înkar kir. Me encam negirt. Li gel ku DMME’ê Tirkiye tawanbar kir û ceza kir jî, dadgehên Tirkiyeyê der barê dosyaya Îpek de biryara neşopandinê da.”

Azamettîn Îpek, da zanîn ku wan mînakên DNA’yê jî daye, lê heta niha der barê encama mînakê de tu bersîv nehatiye.

Komandoyên Tugaya Bolu bi ser gund de girtin û 6 ciwan binçav kirin 

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Karun Yildiz jî anî ziman ku 28 salin pirsa ‘Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyithan Yolur li ku ye? dipirsin û wiha got: “Di 18’ê Gulana 1995’an de saet di 10.00’ê sibê de bi sedan leşker bi ser mezraya Dehla Zera ya gundê Beşiştê yê Lîceyê de girtin. Gundê Dehla Zera ji nêzî 20 malan pêk dihat. Şahidan anîn ziman ku leşkerên girêdayî Tugaya Fermandariya Bolu ji maşîneyên zirxî daketin û bi ser gunde de girtin. Helîkopterê jî ji hewa de operasyon şopand. Gundî li pêş dibistana gund kom kirin.  Piştre jî hinek leşker ketin nava gund û gomên pez û dewaran şewitandin. Piştre leşkeran ciwanên bi navê Îkram û Servet Îpek û Seyithan, Abdulkerim, Nurî û Saît Yolur binçav kirin.”

Şahidan anîn ziman ku leşkeran Servet, İkram û Seyithan birin Fermandariya Cendermeyan a  Liceyê. Şahidan destnîşan kirin ku şevekê bi hevre di bin çavan de man û şeva din ji hev qut kirin û piştre ji 3 ciwanan agahî nehat girtin.

Yildiz, da zanin ku malbatê serî li DMMÊ’ê da û DMME’ê biryar da ku Îkram Îpek û Servet Îpek û gundiyê din di bin çavan de hatiye windakirin. Yildiz anî ziman ku malbatan piştî serî li rayedaran dane jî rayedaran bertek nîşanî malbatan dane.

Yildiz, da zanîn ku DMME’ê der barê dosyayê de biryara binpêkirina mafan daye û xwestiye ji nûve bên darizandin û wiha got: “Di ser dosyayê re çend sal derbas bibin bila bibin, em ê ji bo Îkram û Servet Îpek û Seyithan Yolur û hemû windayên din heta dawî li edaletê bigerin. Em ê heta dawî li aqûbeta windayan bigerin û hesap ji kujeran bipirsin.”