2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta PDK’ê

Ev demeke dirêj e li hemberî Tevgera Azadiyê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê şerekî dijwar tê meşandin. Gelek caran tê gotin ku PDK ji ber rewşa aborî mecbûr e têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bidomîne. Bêguman kes nabêje çima PDK bi Tirkiyeyê re têkilî datîne. Mesele ew e ku ev têkilî li ser tasfiyekirina Tevgera Azadiyê tê danîn. Ji bo kiryarên PDK’ê werin rewakirin gotinên ‘PDK mecbûr dimîne alîkariya dewleta tirk bike’ tê bilêvkirin. Lê mixabin ev nirxandin têra vegotina rastiyê nake. A rast ew e ku PDK bixwe dixwaze Tirkiye li hemberî Tevgera Azadiyê şer bike û bi ser bikeve. Dixwaze hemû tevgerên kurd tune bibin û ew bi tenê bimîne. Wisa dihesibîne ku heke PKK têk biçe dê qad jê re bimîne.
Ji dîroka PDK’ê diyar e ku ew ji bilî xwe li Kurdistanê qet tu hêzeke din naxwaze. Lewma ji bo tevgerên din tune bike hertim bi dewletên dagirker re hevkarî kiriye. Ketiye nav komployên qirêj. Gelek siyasetmedar û şoreşgerên kurd qetil kirine. Niha jî bi hevkariya dewleta tirk dixwaze li ser Kurdistanê hakimiyeta xwe bide avakirin. Li gorî xwe dibêje ku ew dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Navê hevkariya li ser tesfiyeya Tevgera Azadiyê kiriye ‘dîplomasî’. Kuştin û radestkirina şoreşgeran jî wekî ‘serkeftina dîplomsiyê’ bi nav dike.

Dibêje “PKK’ li Kurdistanê hêzeke dagirker e û mafê me heye em bi alîkariya dewletên din PKK’ê ji Kurdistanê derxînin.” Ango ne Tirkiye zextê lê dike ku li hemberî PKK’ê şer bike. Ew bi xwe Tirkiyeyê vedixwîne nav axa Kurdistanê ji bo ku li hemberî tevgera azadiyê şer bike. Gelo PDK vê sîyasetê bi serê xwe dide meşandin an jî hinek aqil didinê ku wisa bike?
Ev çend roj in Nêçîrvan Barzanî bi rayedarên partiyên li başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dike. Balkêş e ku ev serdan piştî êrîşa li hemberî welatparêzê kurd M. Zekî Çelebî û daxuyaniya nûnera NY’yê ya Iraqê pêk hat. Nûnera NY’yê ya Iraqê anî ziman ku heke herdu partiyên li Başûr (PDK Û YNK) bi hev re hevkariyê nekin dê destkeftiyên xwe wenda bikin. Di destpêkê de mirov dikare bifikire ku PDK dixwaze ji bo destkeftiyên kurdan tevbigere lewma van hevdîtinan dike.

Dema Nêçîrvan Barzanî çû Silêmaniyê destê dayîka sê pêşmergeyên şehît ketine maç kir. Çapemeniya Barzaniyan jî ev dîmen û nûçe bi dehan caran weşand û şîrove kir. Wekî ku Nêçîrvan pir qîmet dide şehîdan nîşan da. Xwezî wisa bûya. Heke heman Berzanî guh dabûna bangawaziyên dayîkên şehîdên her çar parçeyan wê demê dê xwedî wate bûna. Dev ji wê berde hê jî der barê cenazeyên ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine şehîdxistin tu agahî nehatiye dayîn. Aqûbeta cenazeyan nayê zanîn. Ji bilî vê jî kujerên M. Zekî Çelebî reviyane Hewlerê û ji aliyê derdorên PDK’ê ve têne parastin. Lewma ev dîmen û nûçe ji bo gelê kurd tu wateyê îfade nake.

Niha em werin ser serdana Nêçîrvan a Silêmaniyê. Heta niha MÎT zêdetir li Hewlêrê bi rihetî tevdigeriya. Lê di van demên dawî de bi êrîşên li hemberî welatparêz û şoreşgerên kurd tê xuyakirin ku MÎT li Silêmaniyê jî dixwaze serweriya xwe ava bike. Serdana Barzanî jî ji bo vê serweriyê teqez bike pêk hatiye. Nêçîrvan peyama dewleta tirk ji rayedarên YNK’ê re biriye. Dibêje ‘heke hûn hevkariya me nekin dê belayên mezintir werin serê we.’ Tê zanîn ku berî salekê bi operasyoneke taybet di nava YNK’ê de tevlîhevî hatibû derxistin.
Ên ku aqilê vê poltîkayê didin Nêçîrvan bi xwe jî stratejiya navenda şerê taybet a Tirkiyê ye. Di nivîseke malpera Rûdawê de ku ji aliyê kordînatorê ORSAM’ê (Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn ) yê Iraqê ve hatiye nivîsandin der barê van serdanan de wiha tê gotin: “Di demên dawî de Nêçîrvan Barzanî hem ji bo çareserkirina pirsgirkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hem jî ji bo derbaskirina têkiliyên bi pirsgirêk ên di navbera PDK û YNK’ê de gavên şênber diavêje. Ji ber vê dikare were gotin ku Nêçîrvan înîsîyatîfeke grîng girtiye.”

Gelo ev înîsîyatîf çawa girtiye û bi destûra kê girtiye? Ev çend sal derbas bûn çima heta niha ev înîsîyatîf nedihat girtin? Saziyeke ku bingeha polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn çêdike çima ewqasî pesnê Nêçîrvan dide? Di berdewama nivîsê de rewş hinekî din tê fêmkirin. Tê gotin ku hem hevdîtinên li Kurdistanê û Iraqê hem jî hevdîtinên li qada navneteweyî dê Nêçîrvan bike xwedî statuyeke mifteyî. Xuyaye Tirkiye ji bo bandora Rêberê gelê kurd a di qada navneteweyî de bişkîne dixwaze muxatabekî girêdayî xwe derxîne pêş. Her ku PKK di qada navneteweyî de rewa dibe Tirkiye ji bo PKK nebe muxatab kesên wekî Nêçîrvan derdixe pêş. Li aliyekî bi dehan sala ye Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdeke giran de tê hiştin lê li aliyê din ji bo Nêçîrvan karibe biaxive her derfet jê re tê avakirin. Ev jî siyaseta PDK’ê zêdetir dide fêmkirin.

Ev salek e hem Mesrûr hem jî Nêçîrvan bi dehan caran serdanên welatên din dikin. Tevlî organîzasyonên ewlehî(Munîh) û aborî(Davos) dibin. Bêguman kes nabêje çima tevlî dibin. Lê li van deran bazara çi tê kirin, çi tê axaftin, mafê me heye em zanibin.
Siyaseta PDK’ê siyaseta xurtkirina aboriya malbata Barzanî ye. Siyaseta rewakirina hêzên dagirker e. Di her derfetê de rayedarên vê siyasetê dev diavêjin Tevgera Azadiyê. Lê siyaseteke ewqas rezîl e ku desteserkirina maskeyên gaza kîmyewî wekî lehengiyê nîşan dide. Rênas Jiyan di hevpeyvîneke xwe de pênaseya siyaseta Başûr ku bi piranî di dest Barzaniyan de ye baş vedigot: “Li Başûr rêveberiyeke xerab heye, rêveberiyeke monarşîk heye. Malbata Barzanî hewl dide ku bibe monarşî, hewl dide ku bibe wek monarşiyên ereb. Li dîrokê binêrin, ti monarşiyan guh nedaye ziman û çandê. Derdê hemû monarşiyan desthilatdariya wan e, berjewendiya wan e; xema wan ne gel û ziman û çand e. Di demokrasiyê de çand û ziman û perwerdehî pêş dikeve, ne di monarşiyê de…” Heke xema PDK’ê û Barzaniyan pêşketina gelê kurd bûya niha diviyabû di hêla teknîk û hilberînê de kurd xwedî cihekî grîng bûna.