30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê dawî û rewşenbîrên kurd

Kurdistan di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibe. Dagirkeriya tirk piştî Bakur hewl dide sê parçeyên Kurdistanê bi tevahî dagir bike. Gelek derdor û beşek mezin a kurdan vê yekê bi hesabên AKP-MHP’ê yên bi hilbijartinê ve girê didin. Bêguman ji bo Erdogan li ser piyan mayîn gelek girîng e. Lê esas armanc tunekirina kurdan e. Biryar tenê ne ya Erdogan û Bahçelî ye. Ev biryara fermî ya dewleta dagirker a tirk e. Lingên wê yên navneteweyî û herêmî hene. Lingek girîng jî der barê îxaneta KDP’ê de ye. Wekî êrîşên berê yên li hemberî Tevgera Azadiyê hatine kirin nîn e. Ev êrîşkarî li hemberî hemû kurdan e. Heta li hemberî KDP’ê bi xwe ye jî. Li Kurdistaneke ku Tevgera Azadiyê lê zeîf an jî tunebûyî, mimkûn e îxanetkar jî bikaribin bijîn.

Niha em bên ser rewşa rewşenbîriya kurd. Di hemû civakan de rewşenbîr çav û guhên civakê ne. Wijdan û ruhê gelê xwe ye. Gelek wezîfeyên rewşenbîr hene lê ya herî girîng hişyarkirina gel e. Ji bo rewşenbîr bikaribe gel hişyar bike jî divê pêşiyê xwe nas bike, civaka xwe nas bike û civakê têkildarî talûkeyên rû bi rûye hişyar bike. Li ser talûkeyên li dijî civakê pêwist e berî her kesan û her tiştî rewşenbîr refleks nîşan bide. Bi gotina xwe, bi nivîsa xwe, bi helwest û pratîka xwe balê bikişîne ser talûkeyê. Riyên çareseriyê pêşniyar bike, rê û rêbazan nîşanî civakê û aliyên têkildar ên civakê bide. Dema civaka rewşenbîr bi talûkeyê re rû bi rû be divê xew nekeve çavên rewşenbîr.

Ku xew bikeve çavên rewşebîr civak dikeve xewek giran. Ger guhên rewşenbîr giran bibihîze civak ker dibe. Ku zimanê rewşenbîr şêlû û hêdî bigere, civak lal dibe. Civakak ker, lal û kor mehkûmî tunebûnê ye. Nikare refleks nîşan bide, xwe biparêze û înşa bike. Dema rewşenbîr wezîfeyên xwe bicih bîne, dikare bêje ku rewşenbîr e. Tiştên nivîsandî bikêrî tiştekê tên, gotinên wî sûdwer dibin. Rewşenbîrê vê wezîfeyê bicih neyine divê nebêje ku rewşenbîr e. Ne xwe û ne jî civaka xwe bixapîne. Bêguman têkildarî peywir û bandora rewşenbîran a di nav civakê de divê gelek tişt bên gotin. Lê mijara me rewşenbîrên kurd in. Ku em tenê wezîfeya li jor hatiye diyarkirin wekî pîvan bigirin dest, gelo rewşa rewşenbîrên kurd çi ye?

Gelê kurd niha bi pêvajoya tevkujiyê re rû bi rûye. Dagirkeriya tirk ji her alî ve êrîş dike. Dagirkerên din jî vala nasekinin. Dema pêwist dibînin piştgiriyê didin dagirkeriya tirk. Kurdistan bi xeteriya dîroka xwe ya herî mezin re rû bi rû ye. Di heman demê de şerê herî dijwar ê dîroka xwe dide. Dagirker dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin. Ji bo vê hêza herî mezin ji hêzek xwe wekî kurd nîşan dide digire. Ango ji KDP’ê digire. KDP êdî bi rihetî alîkariya dewleta tirk dike, bangawaziya qetilkirina ciwanên canfeda ên kurd dike. Bi vê namîne dest datîne ser çend maskeyên kurd xwe ji kîmyasala dewleta tirk biparêzin û wekî maharetekê viya di çapemeniya xwe de radigihîne. Başûrê Kurdistanê ji her cure hêzên dewleta dagirker a tirk re vedike.

Gelo rewşenbîrên kurd li hemberî vê yekê çi dikin? Bêguman yên rewşenbîr rastiyê dibînin û bi her awayî hewl didin, civakê der barê vê talûkeyê de şiyar bikin. Bi taybetî hunermendên kurd di vî alî de xwedî hewldaneke girîng in. Hêvî, hêrs, fikar û tirsa gelê xwe di dil û mejiyê xwe de hîs dikin. Lê beşeke mezin jî li hemberî vê rewşê ker, lal û kor tevdigerin. Wekî kurd û Kurdistan di pêvajoyeke normal re derbas dibe, tu talûke tuneye û her tişt asayiye tevdigerin. Ne gotinekê û ne jî bangekê dikin. Bi taybetî nivîskarên kurd niha teqlîda miriyan dikin. Ne li hemberî dagirkeran ne jî li hemberî hevkarên navxweyî yek gotinê nakin.

Divê ji her kesî zêdetir nivîskarên kurd qiyamet rabikirana. Divê raya giştî ava bikirana, bang û hişyarî bikirana. Riyên mesilhet û çareseriyê pêşniyar bikirana. Kîjan hêza kurd ev nêrînên wan li ber çava negirta, divê li hemberî wê helwest bigirtana. Lê mixabin ji siyasetmedaran zêdetir polîtîk tevdigerin. Li gorî rewş û pêşketinê pozîsyon digirin. Ji bo wê jî ne dikarin bibin nivîskar û ne jî dikarin bandorê li aliyên siyasî bikin. Pozîsyoneke ji bo civakekê herî girîng dagir dikin lê qet heqê vê pozîsyonê jî nadinê. Baş e gelo gotineke nivîskarên kurd der barê “pêvajoya tunekirina kurdan” de tune ye? Helwestek wan a li hemberî “hevkariya KDP’ê ya bi Tirkiyeyê re” tune ye? Gelo Nivîskarên kurd vê pêvajoyê normal dibînin?

Bêguman bêdengî normal dîtin e. Tu fikar, berjewendî û rewş li hemberî rewşek ev qas giran nabe asteng û hincet. Ku Tevgera Azadiyê di vî şerê “man û nemanê” de sernekeve, dê hemû destkeftiyên heyîn ji holê rabibin. Nivîskar dê êdî nikaribin pirtûkan jî binivîsin û rojên îmzeyê jî çê bikin. Hunermend dê nekarin stranan bibêjin û konseran li dar bixin. Siyasetmedar dê nekarin siyasetê bikin. Ku îro li Kurdistanê ev derfet hebin bi saya serê berxwedana Tevgera Azadiyê ye. Kesên li bendê ne ev pêvajo derbas bibe û cardin rojên normal bên, xwe dixapînin. Ev şerê dawiyê ye. An em ê biser bikevin an jî dagirker. Em biser bikevin riya azadiyê zêdetir vedibe û derfet zêdetir çê dibin. Dagirker biser bikevin em tune dibin. Şansek din tune ye.

Ji bo wê divê her kurdek ji her demê zêdetir hestiyar be. Bi çi awayî dibe bila bibe, divê helwesta xwe nîşan bide û gotina xwe bêje. Lê ev bar herî zêde dikeve ser milê rewşenbîrên kurd. Ji ber ku wan ev misyon tercîh kiriye û divê civakê hişyar bikin. Kesê ev mîsyon bi zorê bi wan nedaye hilbijartin. Bi xwe tercîh kirine. Hingê divê pêwistiya tercîha xwe jî bicih bînin. Nexwe ya din dibe bêwijdanî, bêexlaqî û xapandina civakê. Rewşenbîrê bi wijdan û bi exlaq çawa dibe? Ji bo vê bi hezaran mînak hene. Di nav nivîskarên kurd û civaka kurd de jî hene. Lê ji ber ku di aliyê civaka koledar de gelek taybetiyên wan dişibin ên kurdan û divê rewşenbîrên kurdan jî kêmek be jî bişibin wan, Franz Fanon mînakek di cih deye.

Fanon nêzîk 36 salan jiya lê wekî nivîskarekî damgeya xwe li dîroka civaka xwe xist û ji bo gelek civakên kole jî bû çavkaniya ronahiyê. Pêşiyê xwe nasî, piştre civaka xwe nasî û dahûrand. Di encama vê dahûrandinê de hem civak ronî kir û hem jî bi ramanên xwe pêşiya aliyên siyasî vekir. Li hemberî dagirkeriyê jî, li hemberî îxanetê jî helwesteke zelal danî holê. Ji bo vê di aliyê şerê rizgariya neteweyî yê Cezaîrê de ji tevgerên siyasî zêdetir bandor kir. Ji ber ku aliyê xwe pir zelal danî holê û gotina xwe bêyî bitewîne got. Ji ber ku dema nivîskar, rewşenbîr û hunermend gotin tewand, ji rewşenbîrbûnê derdikeve.

Ku rewşenbîrên kurd bi rastî civakê di aliyê talûkeyên pê re rû bi rûne de agahdar û hişyar bikin, pêşniyarên çareseriyê ragihînin û dengê xwe derbixin dê bi rihetî bikaribin rola rewşenbîriyê bilîzin û ev yek dê faydeyeke mezin bide civaka kurd. Nexwe rewşenbîrê di roja tarî ya gelê xwe de bêdeng mayî, dê di pêvajoyên normal de jî bêwate be. Bi hêviya hemû beşên civaka kurd di zûtirîn demê de talûkeyê bibînin û pêwistiyên neteweyî bicih bînin. Di serî de jî rewşenbîrên ku wezîfeya wan hişyarkirin û arastekirina civakê ye.