3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erbaş: Di esasê hemû pirsgirêkan de tecrîd heye

Di 27’ê gulanê de Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiye Tevgera Kedkar (EHP), Halkevlerî (Malên Gel) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ku bi bangawaziya Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) li hev kom bûbûn, xebatên xwe yên têkoşîna hevpar didomînin. Di çarçoveya xebatan de nûnerên van partî û rêxistinan bi awayekî rêk û pêk li hev kom dibin. 7 partî û rêxistinên ku bi hev re 8’ê Adarê, Newroz û 1’ê Gulanê bi rêxistin kirin û li qadan bûn, dê çalakiya xwe ya ewil di rojên pêş de li Enqereyê li dar bixin.

Amadekariyên vê konferansa bi navê “Bîr, Heqîqet, Hesabpirsîn” didomin. Di çarçoveya konferansê de dê ji cinayetên kar heta têkiliyên bi mafyayan re yên di dema desthilata AKP’ê de rû dane bên nîqaşkirin.

Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Prz. Dogan Erbaş, der barê xebatên Belgeyên Demokrasiyê de nirxandin kir û anî ziman ku piştî demek nêzîk dê li ser xebatê deklerasyonê amade bikin û wiha got: “Niha di nava partiyan de koornîsayonek heye. Car caran civînan çê dikin û ev xebat didome.”

Erbaş diyar kir ku niha li Tirkiyeyê di aliyê siyasî, civakî, aborî, diplomasî û gelek aliyan de qeyranek pir zêde heye û wiha got: “Ev qeyran divê bi hêzên demokrasiyê, hêzên ked, jin, ciwan û îtîfaqa hemû pêkhateyên demokrasiyê dikare çareser bibe. Hêza HDP heye. Lê tenê bi HDP’ê ev yek nabe. Çiqas hêz, partî û civakên din ên li dijî faşîzmê radiwestin divê helwesta xwe nîşan bidin. Niha du îtîfaq hene. Yek îtifaqa dagirker a AKP-MHP’ê ye. îtîfaqa din a millet jî îtîfaqa CHP, ÎYÎ, DEVA û wekî din jî diyar dikin ku dê di hundirê pergalê de pirsgirêkê çareser bikin. Dibe ku rêbazên wan cuda bin, lê feraseta wan û nêzîkatiya wan yek e. Armanca me jî em bi pergalek nû pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin Rêya Sêyemîn e. Herdu îtîfaq jî nabin çareserî. Yek dagirker e. Xwediyê zilm û zorê ye. Van rojan dixwazin şerekî nû bidin destpêkirin. Ya din jî îtîfaqa millet e. Lê di bernameya wan de demokrasî, azadî, wekhevî û xwişk û biratî tune ye. Di gotinê de heye. Lê di bernameyê de tune ye. J ber vê yekê pêdivî bi îtîfaqek berfireh û alternatif heye. Divê nasname û statuya gelan nas bike û qebûl bike. Ev îtîfaq formalîte ne. Ev partî dema hilbijartin tê, tên Amed û Kurdistanê. Sozan didin. Lê piştrî diçin gotinên xwe ji bîr dikin. Ev siyaseta qirêj a van partiyan e. Em Babacan û Davutoglu nas dikin. Em rastiya wan dizanin. Em rastiya CHP’ê jî dizanin.”

‘100 berê rejîma înkarê avakirin’

Prz. Dogan Erbaş li ser helwest û feraseta CHP’ê jî rawestiya û wiha got: “100 sal berê CHP’ê rejîma înkarê ava kir. Di salên dawî de di gotinên wan de guhertin hene. Lê di stratejiya wan û navenda wan de tiştekî nû tune ye. Hin caran dibêjin em ê Komara Demokratîk ava bikin. Ji bo hilbijartinê dixwazin gel bixapînin.”

Erbaş li ser xebatên xwe jî rawestiya û wiha got: “Em dixwazin bi hemû eniyan blokek nû ya rêya sêyemîn ava bikin. Em dixwazin guhertinek radîkal ava bikin. Em dibêjin ev îtîfaqa Demokrasiyê ye. Ev ne îtîfaqa hilbijartine. Armanca me avakirina demokrasiyê ye. Di nava tifaqa demokrasiyê de EMEP, EHP, Mala Gel, SMF, TÎP û partiya me heye.  Divê em blokek berfireh ava bikin. Ev tenê têr nake. Em dixwazin vê blokê fireh bikin. Hemû hêzên demokrasiyê û wekheviyê diparêzin beşdar bikin. Di vir de saziyên elewî û kedkaran tune. Saziyên jinan û ciwanan kêm e. Em ê vana tevan lê zêde bikin. Em ê îtîfaqê bêtir mezin bikin.”

Erbaş anî ziman ku dîsa hilbijartina nû tê niqaşkirin û eger ev biryara hilbijartinê derkeve dê zûtir li hev kom bibin û wiha lê zêde kir: “Em ê piştî xebatê deklerasyonek hevpar ava bikin. Niha xebat didome.”

‘Di bingeha hemû pirsgirêkan de tecrîd heye’

Erbaş bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser demokrasiyê û wiha got: “Qeyranek pir alî û pir giran heye. Di esasasê hemû pirsgirêkan de tecrîd heye. Heta tecrîd ranebe û Birêz Ocalan bi parêzer û malbatê re hevdîtinê neke ev pirsgirêk çareser nabe. Divê êdî em qala azadiya Birêz Ocalan bikin. 23 sal in birêz Ocalan girtî ye. Di tecrîdê de ye. Salek berê Konseya Ewropayê biryar da. Di biryarê de diyar kir ku divê kesek zêdeyî 20 salan di tecrîdê de nemîne. Lê birêz Ocalan 23 salin di tecrîdê de ye. Parêzerên Ocalan jî serî li rayedaran debû. Divê tecrîd rabe. Lê zêdeyî salek ê tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Tu kes agahî ji Ocalan nagirin. Niha tu agahî ji îmraliyê nayên girtin.  Em her tim dibêjin ji bo ku ji sedî sed demokrasiya Tirkiye, meseleya edaletê û aştî û azadiyê pêş bikeve, divê berî her tiştî tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Rêya aştî û demokrasiyê di greva Îmraliyê re derbas dibe.”