4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Astengiyên li ber avakirina hikûmeteke nû ya Iraqê

Tevî ku çend meh di ser hilbijartinên cotmeha 2021’ê de derbas bûn hîna jî aliyên siyasî ên Iraqê nikarin dest bi avakirina hikûmeteke nû bikin.  Tevî gelek hewldanan hîna Iraqê nikare serokomarekî ji xwe re destnîşan bike.  Herdu aliyên kurd PDK û YNK’ê her yekî ji wan namzeteke cuda  ji bo serokomariyê destnîşan kir û nikarin heta niha li ser namzetekî hevbeş li hev bikin.

Aliyê şepêla El Sedir ya serkêşiya Muqteda El Sedir ji bo pêşiya avakirina hikûmeteke nû veke 2 hefte muhlet dabû aliyên şîa ên hevalbendê Îranê ku tevli koalisyona (Rizgariya Welat) bibin.

Dîsa dê biçin hilbijartinan

Li ser gotegotên ku di dema dawî de tê gotin ku ji bo çareseriya van nakokiyên di navbera aliyên siyasî de dibe ku dîsa hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin. Der barê vê mijarê de Muqteda El Sedir da xuyakirin ku ew tev gotegotên bêbingeh in û armanca wan pêşîgirtina li avakirina hikûmeteke nû ye.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên dawî yên cotmeha 2021’ê de Şîiyên alîgirên Îranê gelek kursiyên xwe yên parlamentoyê winda kirin û êdî ew ne piranî ne. Aliyê El Sedir jî kursiyên xwe zêdekirin û bûn yekemîn lê ew jî bi serê xwe nikarin hikûmetekê ava bikin.