18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Moskova: Alîkariya DYA’yê dê şer gurtir bike

Moskovayê da xuyakirin ku ji ber DYA’yê fûzeyên HIMARS radestî Ukraynayê dike dê ev yek şerê li dijî Ukraynayê gurtir bike.

Piştî daxuyaniya serokê Amerîkayê Joe Biden ku ew dê fûzeyên menzildirêj nedin Ukraynayê, rayedarekî payebilind ê Qesra Spî da xuyakirin ku ew dê ne fûzeyên menzildirêj lê fûzeyên HIMARS bidin Ukraynayê da ku parastina xwe bike.

Piştî daxuyaniya rayedarên DYA’yê Moskovayê nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da û got ku dê ew yek şerê heyî gurtir bike. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Rîbakov da xuyakirin ku radestkirina Ukraynayê bi çekên pêşketî biryareke şaş e û wê pêşiya ihtîmala berfirehbûna şerekî mezin veke.

Hêjayî gotinê ye ku menzila van fûzeyên HIMARS digihê heta 80 kîlometeyî lê rayedarên Amerîkayê dibêjin ku dê Ukraynayê bi tenê wan ji bo parastina xwe bikar bîne, ne ji bo ku êrîşî axa Rûsyayê bike.