17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê bi daxwaza azadiyê bimeşin Gemlîkê’

Nûner û rêveberên KCD, HDK, TJA, HDP, DBP û MED TUHAD-FED, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” bimeşin Gemlîkê. Nûner û rêveberên saziyan têkildarî mijarê daxuyanî dan. Nûnerên saziyan li Navenda Giştî ya HDK’ê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, nûnera TJA’yê Eylem Saruca û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Ocalan dikin, di daxuyaniyê de amade bûn.

Hevserokê MED TUHAD FED’ê Zekî Baran anî ziman ku sedema aloziyên heyî yên li Tirkiyeyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan e. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê saziyan metna hevpar xwend.

 Metna hevpar wiha ye:

“Di dîroka Tirkiyeyê de krîza civakî, siyasî, îktîsadî û çandî ya herî mezin pêş dikeve. Desthilatdarî hewl dide van krîzên piralî girêdayî krîzên kûrewî bike û binixûme. Lê em baş pê dizanin ku sedema vê rewşê ew e ku krîza xwe ya hebûnê li krîza hebûnê ya pergala kapîtalîst zêde kiriye. Em dikevin sedsala duyemîn a damezirandina komarê û sedema herî bingehîn a van krîzan, neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên nedemokratîk û aştiyane ye. Neçareserî, ji bo teslîmgirtina muxalefeta civakî ji hêla desthilatdariya AKP-MHP’ê ve weke amûrek tê bikaranîn. Çareserî ji bo wan tê wateya windakirina desthilatdariyê lê ji bo gelan tê wateya aştî, aramî û azadiyê.

 Perspektifa Ocalan

Birêz Ocalan ku di ferqa temamiya van talûkeyan de ye, ji sala 1999’an ku anîbûn Tirkiyeyê heta niha têkildarî pirsgirêka kurd bi perspektîfa Aştiya Civakî û Komara Demokratîk ve hewl da şer û sorkirina gel a li dijî hev a desthilatdariyan vala derxîne. Li dijî berjewendiyên partî û desthilatdariyan, berjewendiyên gelan, kedkaran, jinan, baweriyan û xwezayê parast. Di 23 salên Îmraliyê de li dijî her nêrîn û bîrdoziyên dijcivakî, mafên civakê parast û hêj diparêze.

 Tecrîda li îmraliyê

Bi rastî jî Girava Îmraliyê bû qada şerê hişmendiya ku koletî û mêtingeriyê li gelan ferz dike û zîhniyeta hewl dide demokrasî û azadiyê pêş bixin. Hêj niha jî ev rastî berdewam e. Di esasê xwe de encamgirtina ji tecrîd û îşkenceya li ser Îmraliyê bi kêrî rejîma faşîst hat û ji bo kesên têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê didin jî encamên nebaş anîn. Dema em îro dibêjin; ‘Bi tecrîda Îmraliyê re civak li dijî hev tê sorkirin û civak tê tecrîdkirin’, em li gorî vê rastiyê tevdigerin.

Helwesta aştiya civakî

Dîroka me ya nêz nîşan da ku dema di siyaseta neçareseriyê de israr dikin, tecrîda li Îmraliyê giran dibe û dema berevajî wê dibe jî bi Îmraliyê re hevdîtin û guftûgo tên kirin û çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêş dikeve. Lewma em dibêjin ku helwesta li dijî tecrîda ser Îmraliyê, helwesta li dijî pirsgirêka kurd û aştiya civakî ye. Ev helwesta aştiya civakî jî tê wateya parastina pêşeroja hevpar û demokratîk a gelan. Lewma em neçarin ku li dijî vê pergala tecrîda girankirî û îşkenceyê, divê em bertekan hîn bêhtir mezin bikin.

Polîtîkayên şer

Weke ku tê zanîn, dewletên hewl dayîn van pirsgirêkan bi rêbaza leşkerî çareser bikin, veguherîne dewletên paşverû û yekperest û di hêla aborî de jî têk çûne. Welatên ku pirsgirêkên xwe bi rêyên guftûgo û aştiyane çareser kirine jî pêş ketine. Li dijî siyaseta şerxwaz a ku di nava şertên heyî de hêj jî di siyaseta tecrîdê de israr dike û ‘operasyonên’ li derveyî sînor pêk tîne, em ê dev ji polîtîkaya parastina bindestan û xwezayê bernedin.

Dê di 12’ê hezîranê de bimeşin Gemlîkê

Birêz Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Birayê birêz Ocalan, Mehmet Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî. Ji wê rojê heta niha tu agahî jê nayên girtin. Em ji ber vê rewşê bifikar in û vê rewşê qebûl nakin. Ji bo ku vê fikar û gazinca xwe bînin ziman, em ê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma ‘Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’ meşekî li dar bixin. Banga me li hemû derdorên bihistiyar, hêzên dost û demokratîk û raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin meşa me ya Gemlîkê.”

Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

Piştre jî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û got ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê veguheriye pergaleke rêveberiyê û wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser Ocalan û girtiyan nayê qebûlkirin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn, weke gava ewil divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bên kirin. Divê bingeh bê amadekirin ku Ocalan bi şandeyên bêalî û serbixwe yên Tirkiyeyê re hevdîtinan bike. Ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê re, meşa me ya di 12’ê hezîranê de girîng e. Banga me li hemû saziyên navneteweyî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû kesî ew e ku beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibin. Banga me li hemû kesî ew e ku tev li meşa me ya 12’ê hezîranê bibin.”