17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li St. Petersbûrgê pêşengeha kurd

Bi sazûmaniya Fona Hunerê ya Cîhanê a şaxa Rûsyayê û Salona Pêşengehê ya Yekitiya Hunermendên St. Petersbûrgê di 5’ê tîrmehê de li bajarê St. Petersbûrgê  ya girêdayiyê Rûsyayê, li Salona Pêşangehê ya Yekitiya Hunermendan bi boneya “Hefteya hunerê ya St. Petersbûrgê” 7’emîn pêşengeha navneteweyî û pêşbirka hunera hemdem  tê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya vê bernameyê kirin. Gelek hunermendên kurd jî bi berhemên xwe tev li vê pêşangeyê bûn. Jala Bakir Xidir bi behema xwe ya bi navê “Koç”, Azîz Rodî Tahlo “Keça Kobanê” û Alan Roj jî bi berhema “Zarokên Şengalê” tev li pêşbirkê bûn.

Pêşengeh, dê li Eywana Pêşengehê ya Yekitiya Hunermendên St. Petersbûrgê û di navbera 5-10’ê tîrmehê de saet di navbera 12:00-19:00’an de dê ji serdanan re vekirî be.