28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd rêveberiya xwe ya navendî diyar kir

Navenda PENa Kurd, 11’emîn kongreya xwe di 9’ê tîrmehê de li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê bi beşdariya zêditirî 70 endamên xwe bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk anî. Di kongreyê de derbarê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya kurdî de nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Serokê PENa Navneteweyî û Endamê PENa Kurd Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên kurdan ên li çar aliyên cîhanê, navendên PENên din û kesayetan bi nameyên ku şandin piştgiriya kongreyê kirin.

Hatin pîrozkirin û xelatkirin

Di kongreyê de Komîteya Birêvebir a Giştî ya ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hat hilbijartin. Her wiha di kongreyê de serokên şanaziyê yên Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û Dr. Zerdeşt Haco ji ber xebatên heta niha ji bo Navenda PENa Kurd kirine hatin pîrozkirin û xelatkirin.

Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PENa Kurd de civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, birêvebirina endamên dîwana kongreyê Dr. Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hat.

Fîdan û Cahferîmehr bûn hevseroka PENa Kurd

Di civînê de karbeşî hat kirin û Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin.

Navên endamên Desteya Rêveberiya esil wiha ne: Anîsa Cehferîmehr, Dêrsim Oremar, Dilşad Xoşnaw, Dilşa Yûsif, Mesûd Eqil, Omer Fîdan, Roza Metîna, Salihê Kevirbirî, Şine Fayiq.

Navê endamên Desteya Rêveberiya cihgkir jî wiha ne: Dîmen Sohrabî, Heval Dilbihar, Mîrhem Yîgît, Resûl Geyîk, Ronî Stêrk, Sultan Yaray.