2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hêza we têrî tunekirina me nake!’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê tîrmehê de tam jî di demeke ku Kurdistan û Tirkiye ji ber xetimandina siyasî, leşkerî, aborî û hwd. berdêlên giran dide de bi dirûşmeya “Tekoşîna Mezin, Berxwedana Mezin, Çareserî em in, Gotina me heye” li Enqereyê 5’emîn kongraya xwe ya mezin a asayî pêk anî. HDP’ê bi vê kongreye armanc dikir ku helwesta desthilatdariyê ya ku wan li her derê hedef digire, rêveber û endamên wan krîmînalîze dike, meşandina dozên li dijî girtina partiya wan yanî bi kurtasî li dijî hemû êrîşan bibe bersiveke xurt.

Armanca HDP’ê bêguman em weke di şexsê partiyekê de nikarin bixwînin. Israra HDP’ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, hedefa wê ya demokratîkbûna Tirkiyeyê sedema herî mezin a wan êrîşan e. Ji ber vê yekê çavên hemû welêt li ser kongreya HDP’ê ya ku di bin siya zext û êrîşan de dihat kirin û li benda helwest û peyamên ji wê kongreyê derbikevin bû. Em jî wek çapemeniya azad, ji saetên serê sibehê ve li kongreyê bûn û me gav bi gav kongreyê şopandin.

Ji êvar de me alavên xwe yên weşanê birin eywana ku dê kongre pêk were. Em êdî ji kongreyên din bi tecrûbe bûne, ji ber ku di ketina hundir de polîsan zehmetî ji me re derdixistin. Berî kongreyê bi saetan em li ber salonê amade bûn, lê xuya bû ku vê carê gel ji çapemeniyê jî jêhatîtir bû û di wan saetên zû de jî dest bi govend û coşê kiribûn. Çawa em ketin salonê çavên xwe li pankartên hatine daliqandin gerand. Û erê, daxwazên jinan weke dirûşm li her deveran hatine daliqandin. Ji bidawîkirina tecrîdê bigirin heta daxwaza çareserî û azadiyê, ji xwedîderketina pergala hevserokatî û Peymana Stenbolê bigirin heta bidawîkirina qetlîamên jinan li dijî rejîma yekperest bi gelek zimanan reng û helwest li salonê xwe dida der. Helbet 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatibûn girtin jî nehatibûn jibîrkirin û ji çapemeniyê re azadî dihat xwestin.

Piştî kongre dest pê kir me li aliyekî peyamên di kongreyê de dihatin dayîn dişopand li aliyekî jî ji beşdarvanên jin nêrînan digirt. Helbet bi rojan in peyamên siyasetmedar û hevserokên HDP’ê yên ku ji kongreyê derketin tên nîqaşkirin û her peyam ji bo pêşeroja vî welatî gelekî bi qedir e. Ez dixwazim taybetî li ser beşdarvanên ku ligel ew qas astengî û zehmetiyan xwe gihandin wê kongreyê û bi daxwaz û rengên xwe çi dan nîşandan rawestim. Delegeya HDP’ê û di heman demê de Dayika Aştiyê Hadle Ogur a ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li kongreyê bibû (jixwe jinên kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî mohra xwe li kongreyê xistin) li ser pirsa me ya derbarê kongreyê de vê yekê diyar dike: “Îro bi tevlêbûn û morala beşdarvanên li vê derê bila baş bê dîtin. Bersivdayîna me ya ji vê kongreyê ne tenê ji Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji hemû cîhana ku guhên xwe ji daxwazên kurdan re digire ye. Girtin be em tên girtin, îşkence be em tên îşkencekirin, em tên qetilkirin lê hêza kesî têrê nekir ku îro deh hezaran li vê salonê û derveyî salonê civiyane asteng bike. HDP ji partiyeke wêdetir e û ji yên dixwazin partiya me bigirin re dibêjim ku kes nikare vîna me bide girtin. Em berê bi hezaran bûn lê bila cîhan bibine em îro bi mîlyonan in.

Tam jî li ser van gotinan min sedema vê hêzê ji beşdarvaneke din pirsî û bersiv jî ev bû: “Ev hêz ne tenê bi HDP’ê derket holê. Ev hêz hêza gelê ku bi salan in li gel hesabên tunekirinê hê dibêje ez heme ye, ev hêz hêza Serokê wê yê ku ligel tecrîda girankirî li ber xwe dide ye, hêza têkoşeran e, hêza jinên ku li dijî rêbazên şerê taybet fikr û bedena xwe diparêze ye, hêza berxwedana li dijî êrîşên ser Şengal, Mexmûr û Rojava ye û me wê hêzê careke din li vê derê nîşan da.”

Di serî de bidawîkirina tecrîd û serbestberdana girtiyên polîtîk hemû jin di daxwaza çareserî û azadiyê de bi israr û di heman fikrê de bûn. Krîza aboriyê ya ku hatiye wê asta ku kes êdî nema bikaribe nanekî bistîne û sedema hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi meşandina polîtîkaya şer ve dihatin girêdan. Hatina xwe ya kongreyê jî weke sekneke li dijî şer û li dijî tunehesibandinê ew bibêjin “Tu bixwaze nexwaze jî vaye em hene” dihatin nirxandin.

Mijara min ne tenê helwesta wan a li dijî desthilatdariyê bû helbet. Di heman demê de min xwest daxwaz û rexneyên wan ên ji HDP’ê re jî bînin ziman û li ser pirsa min a ‘gelo HDP çi qasî we temsîl dike, li gorî we polîtîkaya HDP’ê ya ji bo jinan dimeşîne çi qasî bi bandor e’ de hevalek, matmayî vê bersivê da min: “Ê weleh heval heger desthilatdar bihêle dê HDP’ê hê bêtir bixebite. Ligel ew qas zext û astengiyan jî em jin xwe tenê di HDP’ê de dibînin û jixwe hatina me ya vê derê jî ji ber vê yekê ye!”

Min ji kê nêrîn girtin hema bêjin heman daxwaz û pêşniyarên li jor derdiketin pêş. Ez ê yek bi yek li ser daxwaz û bertekên beşdarvanan nesekinim helbet, lê bêguman dayika ku bang li “patatescî, sogancî û komurciyan” dikir jî naxwazim derbas bikim. Dîsa bangên li rêveberiya Başûr û hemû kurdên ku divê di nava refên xwe de cih bigirin jî bila di vê nivîsê de cihê xwe bigire. Dîsa Ronahiya ji Amedê, min ne silavên te yên ji berxwedêrên jinên ciwan re şandin jibîr kir ne jî wî fîstanê te yê mor ê ku te bi rengên kesk û sor û zer li bejna xwe xemilandibû jibîr kir. Û helbet xwe jî jibîr nakim. Di salona kongreyê de ji ber ku cih nemabû hezaran kes li derveyî salonê bi govend û tililiyên xwe rengekî din ê kongreyê bûn. Peyamên jinên kurd hingî ew qasî xurt bûn û hingî min jî hê bêtir dixwest ji jinan nêrînan bigirim, ez bi wê kelecanê derketim derveyî salonê û min ji jinên derve jî pirsan kirin. Piştî ku em ji Enqereyê vegeriyan û li dîmenên ku me li wê derê kêşandine temaşe dikirin, min ferq kir ku ji hin jinan hem di salonê de, hem jî derveyî salonê nêrîn hatine girtin û ew jî bêyî ku bêjin em di hundir de axivîne her carê bi sekneke ji xwe bawer li dijî pergalê kela dilê xwe hênik kirine. (Bila ev jî di dîroka rojnamegeriya min de bibe nimûne û bîranînek.)

Bi kurt û kurmancî ji Kurdistanê bigirin heta Tirkiyeyê hemû pêkhateyên HDP’ê bi kongreya xwe dîmeneke xurt nîşan dan û careke din ji desthilatdarî û muxalefetê re hişyariya “li ser HDP’ê hesabên xwe nekin” dan. Li ser dîmena ku di kongreyê de derket holê helwesta desthilatdariyê dê çi qasî biguhere ya jî dê çi qasî din tundîtir bibe bêguman di demên pêş de em ê bi hev re hê bêtir bişopînin. Lê di kongreyê de ji zarokan heta ciwanan heta kal û pîran peyam net û bi bandor bûn: Em hene û hêza we têrî tunekirina me nake!