7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî ji bo Elî Qazî sersaxî xwest  

Kurê serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed Elî Qazî Mihemed roja 10’ê tîrmehê di 89 saliya xwe de li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku beriya wefata xwe wesiyet kiribû li Mahabadê bêdefinkirin jî Rejîma îslamî ya Îranê heta niha destûr nedaye ku cenazeyê Elî Qazî li Mahabadê bê definkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medya sanal ji bo wefata Elî Qazî peyameke sersaxiyê weşand û ji bo malbata Qazî û gelê kurd sersaxiyê xwest.

Peyama Mazlûm Ebdî bi tevahî wiha ye: “Min bi xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya hevalê ezîz Elî Qazî Mihemed bihîst. Elî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Şoreşa Rojava re bû. Serê malbat û gelê Kurd sax be. Ruhê te şad be Eliyê qedirbilind û xeyalên te dê hertim bi gelê Rojava re sax bin. Em ê te jibîr nekin.”