5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cizîrî: Zimanê kurdî bi durûtiyê çareser nabe

Wezareta Perwerdeyê, di 3’yê tîrmehê de aşkera kir ku wê 20 hezar mamosteyî di 1’ê îlonê de tayîn bikin. Wezaretê, di daxuyaniya xwe de kontenjana mamosteyên ku li gorî beşan bên tayînkirin jî diyar kir. Li gorî daxuyaniya wezaretê, biçûkdîtin û tunehesibandina kurdan û zimanê wan wê di tayînkirina mamosteyan a îsal jî berdewam bike. Lewre wê ji bo kurdî tenê 3 mamosteyên kurdî bên tayînkirin. Berovajiyê zimanê kurdî wê ji bo zimanê erebî, almanî û îngilîzî bi sedan mamoste bên  tayînkirin.

Derbarê mijarê de em li Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî geriyan û çend pirsan jê kir. Şerefxan Cizîrî, di destpêka axaftina xwe de vê helwesta li dijî kurdî weke durûtiya dewletê pênase kir û wiha got: “Ji aliyekî ve dibêjin; zimanê kurdî weke şîrê dayîkê li kurdan helal e, li aliyê din jî hemû astengiyan li diji zimanê kurdî dixin pratikê. Belê, hemû astengiyan! Gava ku berpirsê desthilatê derbasî welatê me dibin, bi gelek haweyan dixwazin xwe li ber çavê gelê kurd şêrîn, gilover û şahîk bikin.”

Êdî kurd nayên xapandin

Cizîrî, destnîşan kir ku pirsa zimanê kurdî bi durûtiya siyaset, lîstikên şanogerî, fên û fûtên îdarî çareser nabe û ev tişt got: “Em desthilatdaran dawetî cidîbûn û berpirsyariyê dikin. Dema ji aliyê kurdan ve kampanyaya ji bo dersa bijarte ya kurdî dihate meşandin, gelek rêveber û berpirsên desthilatê gotinên qelew dikirin. Li gorî wan gotinên qelew zimanê kurdî weke şîrê dayikê li kurdan helal bû, heta hinekan ji wan berpirsan ku bi eslê xwe kurd bûn, bangî dê û bavan dikirin ku zarokên wan dersa kurdî hilbijêrin. Lê em weke kurd zû dibînin ku ev rêbaza xapînok êdî nema dikare kesekî kurd bixapîne.”

‘Tevdîrên din nabin çare’

Di berdewamê de Cizîrî, destnîşan kir ku ew bi dengekî bilind dibêjin ku kurd kurdên berê ne û wiha pêde çû: “Kurd bi serbilindî doza maf, hiqûq û perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Çareseriya herî baş, demokratik û mirovî ev e; divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî bibe. Lê derveyî vê daxwazê tu tevdîrên din ji pirsa zimanê kurdî re nabin çareserî.”

Tayînkirin li gorî çi hatiye kirin?

Cizîrî, derbarê tayînkirina hejmara mamosteyên kurdî de jî ev pirs kirin: “Gava ku Wezerata Perwerdê tenê 3 mamosteyên kurdî ji bona sala bê tayîn bike, ev tayînkirin li gorî hejmara kîjan serlêdana şagirtan hatine kirin? Kîjan pîvan wekî bingeh girtine? Li gorî agahiyên ku heta niha hatine belavkirin, 20 hezar şagirtan serlêdana zimanê kurdî kirine. Ev hersê mamoste û tev li mamosteyên ku berê hatibûn tayînkirin ew ê çawa bikaribin dersê bidin 20 hezar şagirtên ku dixwazin dersa kurdî li dibistane fêr bibin?”

Banga li rayedaran

Di dawiya axaftina xwe de Cizîrî, bi lêv kir ku weke Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dikin ku ev nêzîkbûna şaş a li ser mafê zimanê kurdî heye demildest were guhertin û tayînkirina mamosteyên kurdî (kurmancî, kurmanckî) li gorî hejmara serledana şagirtan ji nû ve were serastkirin û ev tişt got: “Her serê 15-20 şagirtan divê mamosteyek were tayînkirin. Ya na ew ê dîsa rêveberên herêmî bibêjin mamoste tune ne û bi vê yekê jî mafê dersa bijarte bi hincetên îdarî ji holê rakin. Em wan hicetan qebûl nakin, em berpirsan şermezar dikin û PZK dibêje; wê têkoşîna me ji bona mafê zimanê kurdî her berdewam be.”