28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Birca Belek bi kevirên bazalt dinixumînin

Li navçeya Cizîra Şirnexê, sala borî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli îhaleya restorasyonê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê girtiye, sûrên Birca Belek ku xwediyê dîroka 6 hezar salan e bi kevirên bazalt dinixumîne.

Heman şîrketê, sala borî jî li Birca Belek xebatên restorasyonê dabûn destpêkirin û bi kepçeyan dest bi karê kolanê kiribû. Tevî hemû bertekên hatibûn nîşandan jî şîrketê karê kolandinê berdewam kiribû û xeareke mezin dabû Birca Belek.