7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rewşa Lîbyayê aloztir dibe

Tevî hemû hewldanên çareseriya siyasî ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de rewşa Lîbyayê her ku diçe aloztir dibe.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hikûmeta demikî ya Abdulhemîd Dubeybe nikaribû hikûmeteke nû ava bike, beriya çend mehan parlamentoya Lîbyayê peywîra avakirina hikûmeteke nû spartibû Fethî Başaga. Çend meh di ser vê peywirdarkirina Başaga re derbas bûn lê Abduhemîd Dubeybe heta niha dest ji kursiyê xwe bernedaye û rê nedaye Başaga ku derbasî paytext Terablusê bibe.

Beriya mehekê Başaga xwestibû ku derbasî Terablusê bibe lê ji ber metirsiya ku şer di navbera alîgirên wî û alîgirên Dubeybe de derkeve di heman rojê de xwe ji terablusê vekişandibû.

Beriya çend rojan dîsa Fethî Başaga yê ku ji alî parlamentoyê ve hatibû peywîrdakirin da xuyakirin ku ew dê derbasî Terablusê bibe û ji wir kar û xebatên xwe berdewam bike.

Piştî vê daxuyaniyê li gorî çavkaniyên herêmî karwanên leşkerî û komên çekdar ên girêdayî Dubeybe û rêxistina Ixwanan berê xwe dan Terablusê.

Başaga der barê vê rewşa aloz de wiha got: “ Hikûmeta Dubeybe êdî ne hikûmeteke rewa ye, dema wê bidawî bûye û nikaribû hilbijartinan lidar bixe” her wiha Başaga  der barê çûna xwe ya Terablusê de jî wiha got: “Em ê derbasî Terablusê bibin bêyî ku yek fîşekê biteqînin”

Fethî Başaga der barê vê rewşa aloz a Lîbyayê de hikûmeta Dubeyba ya ku dema wê xelas bûye tewanbar kir û ji ajansa Sky Newsê re wiha got: “ Di kanûna borî de dema hikûmeta Dubeyba bidawî bûye û nikaribû hilbijartinan pêk bîne, Terablusê li hember hemû şert û mercên aborî yên dijwar li ber xwe dide, parlamentoya Lîbyayê piştî ku em peywirdarkirin, rûpelê hebûna 2 hikûmetên cuda tewand û bidawî kir, lê hikûmeta Dubeyba dest ji desthilata xwe bernade û bi israr aloziya li welat zêdetir dike.”

Lêkolînerê siyasî yê lîbî Sultan El Barûnî ev rewşa aloz wiha şîrove kir û got: “ Dubeybe bi pereyan komên çekdar bi xwe ve girêdaye, Dubeybe ji bo ku hêza aborî ya dewletê di bin emrê wî bû, ev yek ji bo xurtkirina desthilata xwe bikar aniye.”