17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endamên Kongreya DYA’yê: F 16 nede Tirkiyeyê

Endamê Kongreya DYA’yê yê demokrat Frank Pallone tev li 35 endamên kongreyê nameyek ji serokê DYA’yê Joe Biden re şand. Di nameyê de ji Biden tê xwestin ku balafirên F 16 nefiroşe Tirkiyeyê û helwesta xwe ya li dijî vê yekê destnîşan kirine.  Di nameyê wiha hatiye gotin: “Heke Amerîkayê balafirên F 16 bifiroşe Tirkiyeyê, Erdogan ji nişkan ve nabe hevkar û dostekî baş, lê bi firotina van çekan dê li herêmê kuştin û wêrankirin zêdetir bibe.”

Frank Pallone li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî der barê vê mijarê parvekirineke wiha kiriye: “ Heta ku kiryarên Erdogan ên bêistiqrarkirinê û binpêkirinên hiqûqa navnetewî neyên rawestandin, divê em piştgiriyê nedin artêşa tirkiyeyê.”

Di nameyê de imzeyên endamên kongreyê yên demokrat û komarparêz jî hene, navê endamên kongreyê yê ku ev name imze kirine wiha ne:

Karen Bass, Gus M. Bilirakis, Tony Cárdenas, Judy Chu, David N. Cicilline, Jim Costa, Mike Doyle, Anna G. Eshoo, Brian Fitzpatrick, Chuck Fleischmann, Louie Gohmert, Josh Gottheimer, Raúl M. Grijalva, Raja Krishnamoorthi, Susie Lee, Ted W. Lieu, Nicole Malliotakis, Carolyn B. Maloney, James P. McGovern, Grace Meng, Grace F. Napolitano, Chris Pappas, Donald Payne, Linda T. Sánchez, John Sarbanes, Jan Schakowsky, Adam B. Schiff, Brad Sherman, Albio Sires, Christopher H. Smith, Jackie Speier, David G. Valadao, Peter Welch.

Herî dawî jî di nameyê de hatiye gotin ku heke Erdogan van çekan bikire dê ji xwe re wê yekê jî wekî propagandayê bikar bîne.  ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, dê ji xwe re vê yekê ji bo pêkanîna hilbijartinên ne adil, tepisandina civaka sivîl û binpêkirina mafên mirovan bi kar bîne.