11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li St. Petersbûrgê serkeftina ciwanên kurd

Bi sazûmaniya Fona Hunerê ya Cîhanê a şaxa Rûsyayê û Salona Pêşengehê ya Yekitiya Hunermendên St. Petersbûrgê di 5’ê tîrmehê de li bajarê St. Petersbûrgê, li Salona Pêşangehê ya Yekitiya Hunermendan bi boneya ‘Hefteya hunerê ya St. Petersbûrgê’ 7’emîn pêşengeha navneteweyî û pêşbirka hunera hemdem  hat lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya vê bernameyê kirin. Gelek hunermendên kurd jî bi berhemên xwe tev li vê pêşangeyê bûn. Jala Bakir Xidir bi behema xwe ya bi navê ‘Koç’, Azîz Rodî Tahlo ‘Keça Kobanê’ û Alan Roj jî bi berhema ‘Zarokên Şengalê’ tev li pêşbirkê bûn.

Di encama bernamê de merasîma xelatdayînê  hat li darxistin.

Di pêşbirka wênesaziya kevneşopî de di ‘sentezên cureyan’ de Jala Bakir Xidir a ji Slêmanî bi berhema xwe ya ‘Koç’ bû 3’yemîn.

Di pêşbirka wênekêşiyê de di beşa ‘Portre û hest’ de Rodî Tahlo yê ji bajarê Qamişlo bi berhema xwe ya ‘Keça ji Kobanê’ 3’yemîn.

Di beşa jûriyê ya Hefteya Hunerê ya St. Petersburgta Alan Roj jî bi berhema ‘Zarokên Şengalê’  bû 2’yemîn.