19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avê jê digirin lê nadin esnafên wê

Xwezaya Kurdistanê bi gelek taybetmendiyên xwe li Rojhilata Navîn xwediyê cihekî girîng û taybet e. Li Mêrdîna ku bi germahiya xwe ya zêde tê nasîn cihekî wek Newala Sîsebanê ango Ava Spî heye. Li gor hin kesan dîroka vê ava xwe digihîne 5 hezar sal berê. Ev der wek Ava Spî, Newala Bûnisra, Newala Sîsebanê tê nasîn û ji ber ku li devereke wê ava reş û ava spî digihêje hev jê re Duavê jî tê gotin.

Newala Sîsebanê di navbera navçeya Midyad û Nisêbînê de ye. Newala Sîsebanê xwediyê avakî pir paqij û zêde ye. Niha li wê derê gelek seyrangeh hene. Cara yekemîn di sala 1987’an de li vê deverê çend cihên geştê hatine vekirin. Lê ji ber ku di wê demê de li hemû Kurdistanê şereke topyekûn hatibû destpêkirin dewletê nehişt ku ev der jî vekirî bimînin û di destpêka salên 90’î de seyrangehên li Newala Sîsebanê hatin girtin. Heta 99’an jî dewletê van deverên wek bihûştê li gel qedexe kir.

Di destpêka salên 2000’î de êdî gel li Newala Sîsebanê dest bi vekirina seyrangeha kir û niha hejmara van seyrangeha derdora sedî de ye. Bi avakirina van seyrangehan êdî şêniyên heremê ji xwe re qadeke debarê ava kirin û niha li her seyrangehê di navbera 4-15 kesan de karker dixebitin.

Di mehên hevînê yên germ de kesên ku ji germahiyê aciz dibin berê xwe didin Newala Sîsebanê û li hênikiya van seyrangehan bihna xwe derdixin. Tevî teybetmendiyên xwe jî tu saziyên dewletê xwedî li Newala Sîsebanê dernakevin. Ne Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ne  Şaredariya Midyadê û ne jî Şaredariya Nisêbînê tu xizmet nadin esnafên ku debara xwe li vir dikin.

Bi derfetên xwe derdorê paqij dikin

Ava nêzî milyonek însanî ji Newala Sîsebanê diçe lê tu şaredarî avên şebekeyan nade esnafên ku li wir kar dikin. Ji ber ku ava şebekeyê nadin wan hemû esnafên li wir neçar dimînin ku ji bo vexwarinê avên hazir bistînin. Her wiha tu şaredarî çopên van seyrangehan kom nakin. Heke ew esnaf bi derfetên xwe çopan kom nekin û navêjin dê her der bibe sergo. Ji bo ku esnaf karibin karê xwe bidomînin erebeyeke kirê kirine û çopan bi derfetên xwe dibin davêjin.

Çûna geştê pir buha bûye

Di van rojên germ de me jî berê xwe ji Amedê da Newala Sîsebanê da ku em bêhna xwe vedin. Lê tişteke balkêş bû ku cihê em lê rûniştin de tu kes tunebû. Li ser sedema vê yekê esnafê ku em li seyrangeha wî rûniştin da zanîn ku rewşa heyî ya aboriyê li wan pir bandor kiriye û ev tişt anî ziman: “Berê hema bibêjin ji bajarên Kurdistanê yên derdorê her roj bi sedan kes dihatin vê derê. Di du salên dawî de ji ber pandemiyê debara me nedibû. Îro her çi qas ew rewşa pandemiyê nînbe jî em nikarin debara xwe bikin. Semeda vê yekê jî buhabûna sotemeniyê ye. Heta 2 sal berê em bi 15 lîrayan diçûn Nisêbînê niha em bi 150 lîrayan jî nikarin herin. Ê dema ku em binêrin mêvanên me tev ji bajarên derdor tên, bi vê buhabûnê dê kî/ê rabe ji Amed û Rihayê were vir.”

Cotstandartiyê dikin

Ensafê ku nexwest navê xwe bide, bal kişand ser cotstandartiya nêzikatiya di navbera xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî cuda ye. Ne li aliyê Tirkiyeyê ne jî li aliyê Kurdistanê cihekî weke Newala Sîsebanê paqij û xweşik tuneye. Heke ev der li aliyê Tirkiyeyê bûya wê hemû derfetên xwe bi kar bianiya. Lê dema ku mijar dibe Kurdistan wê demê her tişt diguhere. Cihên xweş ên Kurdistanê wêran dikin. Lê hikûmet naxwaze ev der were nasîn. Ji ber vê yekê ye ku nahêle tu şaredarî ji vir re xizmetê bike û vir bide nasîn. Li hemberî vê hişmendiyê em ê bi derfetên xwe xwedî li Newala Sîsebanê derkevin û ji bo were nasîn em ê têkevin nava liv û tevgerê.”