7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heke êrîş bikin wê kerametê jî bibînin’

Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û plan dike ku li dijî herêmê êrîşeke nû ya dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji bo vê jî li qada navneteweyî dîplomasiyê dimeşîne û dixwaze ji bo êrîşa ku plan dike Amerîka, welatên NATO’yê û Rûsya piştigiriyê bide wan . Lê tevî ku heta niha destûra vê yekê negirtiye jî daxuyaniyên xwe yên vê der barê de didomîne.

Partî û tevgerên siyasî yên li herêmê li dijî vê hewldana Tirkiyeyê bibertek in û ji bo pêşîlêgirtina Tirkiyeyê di nav hewldanan de ne. Hefteya borî 34 partî û tevgerên siyasî yên herêmê, bi armanca pêşîgirtina êrîşên Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ji Koalîsyona Navneteweyî daxwaz kirin ku qada hewayî  ji firîna balefirên Tirkiyeyê re bigire.

Ji van 34 partiyan nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Dêmokrata Kurd li Suriyê (PARTÎ) Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyeyê û Partiya Çepê Kurd li Sûriyeyê ji rojnameya me re axivîn û der barê daxwaza ku ji Koalîsyona Navneteweyî kirin de nirxandin kirin.

Girtina qadên hewayî xwesteka gel e

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêman ji sala 2016’an ve qet nesekînine û wiha got: “ Li dijî gelê kurd şerekî berfireh dimeşînin. Yan ew an jî çeteyên wan ji Til Rifatê heta Kobanê û Şehbayê topbaranên xwe didomînin. Dewleta tirk bi van êrîşan xwe li ser piyan digire. Xwesteka gel heye ku ev qadên hewayî bên girtin. Ji bo di qada navneteweyî de ev xwesteka gel bê qebûlkirin hewldanên me jî hene.”

Salih Muslîm, destnîşan kir ku tu pîvan ji êrîşên Tirkiyeyê re tunene û ev tişt gotin: “Jin, zarok, sivîl û her kes di hedefa van êrîşan de ne. Armanca  van êrîşan ji holêrakirina statuya Rojava ye. Ev êrîşên ku tên kirin em ji hemû saziyên navneteweyî re vedibêjin û dixwazin ew jî dengê xwe derbixînin. Lê mixabin bêdeng dimînin û dibêjin, ‘hûn mafdar in lê em nikarin bi Tirkiyeyê re şer bikin’. Em jî dibêjin, ‘Temam hûn nikarin bi Tirkiyeyê re şer bikin lê hûn  dikarin bibêjin raweste. Dikarin tevdîran bigirin û li dijî Tirkiyeyê hin tiştan bikin. Dikarin hin guvaştinan li Tirkiyeyê bikin ku destûr nedin êrîşan bike.”

‘Wê keremeta me bibînin’

Di berdewama axaftina xwe de Muslîm, bi lêv kir ku bi gefên Tirkiyeyê re şaneyên DAIŞ’ê yên raketî dilivin û di êrîşeke muhtemel de wê ev şane berfireh bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku hêzên me bikevin şer wê kontrola li ser van şaneyan û deverên DAIŞ lê heye qels bibe. Wê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelên me û hêzên din zêde bibin. Dîsa di mijara koçberan de wê pirsgirêk derkevin. Niha nêzî milyonek koçber li deverên me hene. Heke êrîşek çêbibe wê pêleke nû ya koçberan çêbibe û hilweşandin pêk were. Em jî hewl didin ku ev rewş pêk neyê. Em şer naxwazin lê dema ku şer jî çêbibe wê kerameta me bibînin.”

Guhertina demografiyê

Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrata Kurd li Suriyê (PARTÎ) Nesredîn Îbrahîm, diyar kir ku Tirkiye piraniya êrîşên xwe li gundên derdora Til Temir, Minbic û Til Rifatê didomîne û ji bo pêşîgirtina êrîşên nû yên Tirkiyeyê girtina qada hewayî wê ji bo wan bibe alîkar û wiha got: “Wê bihêle ku li dijî êrîşên leşkerî parastina sivîlan bê kirin û aramî bi ser deverê de bê. Wê ev rê li ber Rêveberiya Xweser jî veke ku di hêla aborî û siyasî de bi pêş ve biçe.”

Nesredîn Îbrahîm, da zanîn ku daxwaza wan ji Koalîsyona Navnetewî ew e ku rê li ber gefên Tirkiyeyê bigire û ev tişt anî ziman: “Heke êrîş çêbibe wê ‘paqijkirina’ nijadî û koçberî pêk were. Di heman demê de wê bi darê zorê guhertina demografiyê li dijî niştecihên herêmê yên resen pêk bînin.”

‘Em amade ne parastina xwe bikin’

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyeyê Ciwan Ebdulkerîm Siko jî destnîşan kir ku ew gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêma xwe micid dibînin û xwest ku hêzên navneteweyî li cem hêzên wan ên şerê terorê kir bisekine û ev tişt anî ziman: “Em amade ne heta noqteya dawî ya xwîna xwe parastina xaka xwe bikin û ji cîhanê re îsbat bikin ku gefên Tirkiyeyê ne qanûnî û mirovî ne.”

Ciwan Ebdulkerîm Siko, da zanîn ku ew hevkariya tenê di têkoşîna li dijî terorê de bi temamî qebûl nakin û wiha got: “Divê em bi her awayî ji firînên balefirên Tirkiyeyê werin parastin. Ji hêla mirovî ve wê şer ji bo me herdu aliyan jî encamên xirab bi xwe re bîne. Bi hezaran DAIŞ’î di girtîgeh û kampan de ne. Di rewşa şerekî bi Tirkiyeyê re dibe ku neyên kontrolkirin.”

Koalîsyon bêdeng e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepê Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê jî bal kişand ser daxuyaniya wan a der barê qada girtina hewayî de û wiha got: “Di daxuyaniyê de me gefên dewleta tirk şermezar kir. Dîsa me bang li Koalîsyona navneweyî kir ku ji bo pêşîgirtina gefên Tirkiyeyê qada hewayî bigire. Me xwest ku koalîsyon rê nede balafirên tirk li ser Rojava bigerin. Lewre ev balafirên tirk her ku digerin gelê me topbaran dikin û kuştî û birîndar çêdibin. Lê koalîsyon li dijî van êrîşan pir zelal nîne û xwe bêdeng dike.”

Mihemedê Mûsê, bi lêv kir ku Tirkiye ji roja ku ketiye Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ve dixwaze gelê kurd  tune bike û ev tişt anî ziman: “Dixwazin vîna gelê kurd têk bibin. Tirkiye dixwaze van destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan ava bûye bide tunekirin. Lê em ê her li dijî van êrîşan bisekinin. Em ê têkiliyên xwe zêdetir bikin. Ji hêla siyasî û dîplomatîk jî dê xebatên me berdewam bikin. Gelê me xwedî vîn e û bi destkeftiyên xwe ve girêdayiye. Em ê rê nedin ku dewleta tirk Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.