2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teknolojiya yekem: Destar û conî

Di dîroka mirovahiyê de bikaranîna kevir xwedî ciyekî girîng û balkêş e. Hema bêjin mirovan bi alîkariya du heb keviran teknolojiya yekemîn ava kirin. Yek ji vê teknolojiyê çêkirina destar a ku ji du kevirên bazaltê pêk tê. 23 hezar sal berê mirovan dest bi daneheva nebat û tovikê hin nebatan kir. Di navbera çêkirina destar û destpêka çandiniyê de jî dîrokeke duberî (paralel) heye. Destar bi pêvajoya malîkirina genim, zad û bi ya nebatan re derdikeve holê.

Li gor agahiyên lêkolîneran beriya zayînê 10 hezar sal berê di serî de genim, ceh, garis, nok û hin nebat tên malîkirin, piştre jî ajalên wekî kuçik, bizin û mêşin tên kedîkirin. Lêkolîner her çiqas ku li Îran, Îsraîl, Sûriye û hwd erdê cotkirî kifşkirin bin jî, mînakên herî şênber ê malîkirinê li ser axa Mezopotamyayê hatine xuyakirin. Li gor arkeologan beriya zayînê di navbera salên 8-7 hezarî de genim li Mezopotamyayê cara yekem tê malîkirin. Mînakên yekemîn jî li Girê Miraza yê li Rihayê ye, li Qerejdax, Kotê Berçem yê li Amedê ne. Êdî bi kedîkirina genim re jî serdema paleolîtîkê diqede û ‘Şoreşa Neolîtîkê’ destpê dike û ew keftûlefta çûyîna nêçîrvaniyê bi vê pêvajoyê re kêm dibe.

Braîdwood û bajarê Jarmo

Arkeolog Robert John Braîdwood di sala 1947’an de rêbaza bikaranîna Radyokarbonê ya ku dê li ser berhemên arkeolojiyê çawa bikarbîne, hîn dibe û berê xwe dide ser axa Mezopotamyayê. Braîdwood cara ewil berê xwe dide ser axa başûrê Kurdistanê. Li Kerkûkê ciyê antîk ê bi navê Jarmoyê dest bi lêkolînên xwe dike. Di vê lêkolînê de ligel gelek berhemên arkeolojiyê rastî libên genim ê beriya zayînê 6 hezar 750 sal berê, tê.

Ji ber şert û mercên siyasî yên wê demê Braîdwood ji mecbûrî dev ji lêkolînên xwe yên Jarmoyê diqere. Piştî berhemên bingehîn ên dîrokî ku di Jarmoyê de dibîne êdî dewlemendiya vê axa pîroz ferq dike û bêguman ev cih qet ji bîra wî naçe. Li ser vê yekê jî 10 sal piştre dubare ji Amerîkayê berê xwe dide ser axa Kurdistanê. Bi komek arkeolog re li navçeya Erxaniyê ya Amedê konê xwe vedide û bi arkeolog Halet Çambel re dest bi kolandina Kotê Berçem dikin.

Di encama van lêkolînan de jî derkete holê ku cara yekem li Kotê Berçem mirovan dest bi çandinî û cotkariyê kiriye. Ev yek jî bi heman awayî dihat wateya ku genim û zadên li ser axa vî welatî hatibû malîkirin. Braîdwood piştî ku demeke dirêj li Kurdistanê xebatên xwe didomîne ji bo erdnigariya Mezopotamyayê wiha dibêje: “Jiyan li tu deverê cîhanê biqasî li dawa rêzeçiyayên Toros û Zagrosan bir, ne biwate ye.”

Nimûneyên prîmîtîf

Bi malîkirina genim re pêdiviya ji bo hûrkirina genim jî bêguman hê zêdetir derdikeve holê. Êdî mirovan bi alîkariya du heb keviran genim-zadên xwe hûr dikin. Der barê bikaranîna destaran de dîrokeke şênber hê nehatibe nivîsîn jî mînakên yekem ên 8 hezar sal beriya zayînê ne. Helbet ev nimûneyên prîmîtîfî ne. Di berhemên ku li Girê Miraza (Riha), Kotê Berçem (Amed), Çemê Halan (Êlih) û Çatalhoyûk (Konya) derketine ser rûyê axê de cohnî derkeve pêşiya me.

Ji Mezopotamyayê heta Misrê êdî teknîka hûurkirina zadan bi cohnî û destar tê kirin. Hûrkirina zad dihat wê wateyê ku dê mîdeya mirovan êdî zirarê nebine. Hem kelandina xwarinê hem jî hûrkirina wê di jiyana mirovan de gelek pêşketinan çêdike. Cohnî û destar êdî ji bo mirovan amûrên nebenabe ne. Ji ber ku di gelek wargehên wek Girê Gusîr, Çemê Halan, Girê Heskîfê, Tepê Kortik û hwd de arkeolog van cohnî û destarên prîmîtîfî dibînin.

Destar bi du kevirên glover ên ji kevirên bazaltê hatine çêkirîn û bi vî awayî hatine bikaranîn. Weke roja me ya îro di demên neolîtîkê de jî zad ango dexil xwarinên yekemîn bûn. Bi çandin û daneheva genim serdema neolîtîkê destpê dike. Jixwe lêkolînerên wek Gordon Childe têgeha neolîtîkê bi komkirin û daneheva zad û bi çêkirina malan pênase dikin.

Hin nivîskarên yewnanî

Nivîskarên antîk ên wekî Heredot, Strabon û Vîtrîvîûs jî di pirtûkên xwe de balê dikşînin ser girîngiya bikaranîna nan û girîngiya kevirên aş û destaran. Heredotê yewnanî pirtûka xwe ya bi navê Dîrok (History) beriya zayînê di sala 493’an de nivîsiye. Ew di vê pirtûka xwe de behsa lêkolîneke ku li Misrê ya bi navê ‘gelê herî kevn kî ne’ dike û dibêje zarokên ku ji nan re bêjin ‘betoks’ wî qewmî wek yê yekem pênase dike. Yanî Heredotê yewnanî jî destpêka jiyanê bi genim ango nan ve girê dide.

Nîvîskarê dîroka antîkî Strabon jî di pirtûka xwe ya bi navê Cographîayayê de derbarê kevirên aş de agahiyan dide û dibêje ku yekemîn aşê ku kevirên ji bazaltên li Romayê bi destê Mîthrîdatesê Pontûsî ve beriya zayînê di sala sedî de hatiye çêkirin. Vîtrûvîusê ku der barê mîmariya Romayê de pirtûka bi navê De Archîtecturade nivîsîye û qala girîngiya kevirên destar û sîstema aşê avê ku bi awayekî çawa li Yewnanistanê hatî çêkirin dike.

Her ku diçe destarên destan ciyê xwe ji aşê bi avê re û piştre jî ji aşê ceyranê re dihêle. Du heb kevirên kalkarê di nava hezaran salan de pêşî wekî destarê destan, kevirên mezin ên li aş ku bi avê dizivîrin û herî dawiyê jî ciyê xwe ji aşên ku îro bi ceyranê dişûxulin re ber dide. Di sedsala 18’emîn de bi pêvajoya endustriyê re li Avrupayê êdî febrîqeyan hûr kirin û qeşartina genim tên çêkirin.

Çandeke komunal ava kir

Bi hezaran salan li ser axa Rojhilata Navîn çanda destar, mîrkut û cohnî berdewam kiriye. Ev çanda komunalî li Kurdistanê li Rojhilat, Başûr, Rojava û li Bakur hindik be jî didome. Di bîra me gelekan de jî demsala havînê piştî ku gundî genimê xwe didin hev li bêjingê dixin û di cohnî de dikutan û herî dawiyê jî di destarê destan de dihat hûrkirin. Her malek bi rojan diketin dora destar û her kesî alîkarî dida hevdû. Bi tonan genim û zad di destarên destan de ji aliyê jinan ve dihat hûrkirin û genim di cohniyan de dihat hûrkirin.

Bêguman vê yekê jî bi xwe re çanda şevbihûrkan, civatê û bi her awayî çandake ku her kes li dora wê kom bibe bixwe re anîbû. Gelo çend stran, çîrok û destan, meselok li ber destarê destan û cohnî hatine strandin û gotin. Bi taybetî jî li ber dema genim di cohniyan de dihat kutan bi awayekî rîtmîk stran dihatin gotin.