4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûna gel berê Serokkomarê Srî Lankayê da istîfayê

Çalakiyên li dijî hikûmetê yên li Srî Lankayê berdewam in. Serokkomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa bi rêya Serokê Parlamentoya Srî Lankayê Mahînda Yapa Abeywardena ragihand ku dê di 13’ê tîrmehê de îstîfa bike.

Krîza aborî ya li Srî Lankayê didome û di vê çarçoveyê de jî hevdîtinên bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re berdewam dikin. Rayedarên IMF’ê dan zanîn ku rewşa li welêt ji nêz ve dişopînin.

Bi saetan piştî agahiya îstîfayê ya serokkomar, Sefermandarê Artêşa Srî Lankayê General Shavendra Silva ragihand ku êdî derfeta çareseriyeke aştiyane çêbûye û ji bo parastina aştiyê banga alîkariyê li gel kir.

Serokkomar Rajapaksa ji ber protestoyên heyî, bi keştiya NLS a artêşê ji avahiya xwe ya fermî ya li Kolombê reviya û tê gotin ku niha li Gajabahuyê ye. Rayedarekî hêzên deryayê yê Srî Lankayê da zanîn ku heta şert û mercên ewlehiyê çêdibin dê Rajapaksa li ser behrê bijî.

Nexweşxaneya Neteweyî ya Kolomboyê da zanîn ji ber çalakiyên li Srî Lankayê heta niha 102 birîndar hatine nexweşxaneyê û ji van 11 jê rojnameger in. Hat ragihandin ku ji van 2 kes dema çalakiya li mala Rajapaksa dişopand  ji hêla parastvanên taybet ên serokkomar ve hatine derbkirin.

Hêjayî gotinê ye ku nifûsa Srî Lankayê 22 milyon kes e û gel nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bikire. Bi giştî deynê derve yê Srî Lankayê 51 milyar dolar e.