3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê berê yê Japonyayê  Abe jiyana xwe ji dest da

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe ku li bajarê Nara yê rojavayê welat sûîqest lê hat kirin û bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Li gorî çapameniya Japonyayê, dema ku Abe ji bo piştgiriya kampanya hilbijartinê ya namzedê Partiya Lîberal Demokrat gotarek pêşkêş kiriye kesê bi navê wî Yamagami Tetsuya ji pişt ve gule lê reşandiye û ew bi giranî birîndar kiriye.

Cîgirê Sekreterê Kabîneya Japonyayê yê karûbarên giştî Koichiro Matsumoto, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa li dijî Abe êrîşeke hovane ye û Hikûmet bi tundî vê êrîşê şermezar dike.

Shinzo Abe, di navbera salên 2012 û 2020 de Serokwezîrê Japonyayê bû û du sal berê ji ber sedemên tenduristiyê dev ji postê Serokwezîriya Japonyayê berda.