4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Salek û sê meh ceza dan rojnameger Esen

Bi hinceta ku Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê di sala 2018’an de vîdeoyeke ku wêneyê endama YPJ’ê tê de bû parve kiriye, derheqê wî de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Esen û parêzerê wî Resûl Temûr beşdarî danişînê bûn.

Esen, di danişînê de bi kurdî axivî û axaftina wî li tirkî hat wergerandin. Esen, da zanîn ku bi sala ye rojnamegeriyê dike û gelek caran bi mebesta nûçeyan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahiyan parve dike û got: “Mebesta min ya ji parvekirinan propagandaya rêxistinê nîne. Bi ser parvekirina behsê xeberê re demekî dirêj derbas bû. Lewma nayê bîra min. Dibe ku min ev parvekirin bi mebesta nûçeyê kiribe. Ez parvekirinên xwe ji bo agahdarkirinê dikim û beraeta xwe dixwazim.”

Xwestin were girtin

Dadgehê ji Esen pirsî bê ka heke ceza were dayîn dixwaze ev ceza bê taloqkirin an na. Lê belê Esen diyar kir ku ew naxwaze cezayê wî were taloqkirin. Dozger jî îdia kir ku Esen bi parvekirina xwe “propagandaya rêxistinê” kiriye û xwestin ku were girtin.

Lêpirsîn bê hiqûqiye

Parêzerê Esen, Resûl Temûr jî di danişînê de bi bîr xist ku miwekîlê wî di Newroza 2022’yan de li ser îxbarekê hatiye binçavkirin û ev îxbar jî li hundirê emniyetê bi awayekî sexte hatiye kirin û wiha got: “ Ev doza tê dîtin tu girêdana xwe bi binçavkirina miwekîlê min re nîne. Piştî binçavkirinê behsa xeberê jî li ser hesabên medyaya civakî yên miwekîlê min lêkolîn hatiye kirin û piştî vê lêkolînê jî derheqê miwekîlê min de bi hinceta parvekirina behsa xeberê lêpirsîn hatiye destpêkirin.Lêpirsîneke di vê rewşê de hatiye destpêkirin ji hêla hiqûqê ve pirsgirêke. Dadgeha Qanûna Bingehîn rayeya dewriyeya sanal a emniyetê betal kiriye. Biryareke derheqê hesabên miwekîlê min ên medyaya civakî tune ye. Lê emniyetê ji bo lêkolînkirina hesabên wî lêpirsîn daye destpêkirin û bi vê yekê re biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn hatiye binpêkirin. Her wiha binpêkirina mafê nepeniya jiyana taybet e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Temûr, bal kişand ser tespîtên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku dibêje sûcên propagandaya rêxistinê sûcên şeklî nînin û ev tişt anî ziman: “Di biryarên DMME’yê de sûcên bi vî rengî, divê li gorî dem û şexs bên nirxandin. Lewma jî bingeha madî ya sûc çênebûye.”

Dadgehê bi îdiaya ku rojnameger Esen di parvekirina xwe de “propagandaya rêxistinê” kiriye, salek û 3 meh cezayê hefsê da û biryar da ku ceza bê taloqkirin. Esen û parêzerê wî Temûr dê li dijî cezayê hatiye dayîn serî li rêya temyîzê bide.