spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çilvir Silêman

Li welatekî Çilvir Silêman an jî Silêmanê Çilvir hebûye, tu kesî nekariye erz û eybên wî pîne bike. Ji ber vê sedemê jî jê re Çilvir Silêman gotine. Bi demê re peyva Silêman ji navê wî çûye, lê Çilvir maye.

Dîsa dem çûye, dewran çûye, Çilvir Silêman yekcar ji exlaq derketiye ji ber vê yekê jî ‘e’ û ‘k’yeke kurdî li çilviriya navê wî zêde bûye her wiha navê wî bûye Çilvirek û Çiltirek. Bi vî awayî êdî ev nav bûye navê wî yê heq û heqîqî. Gel heqîqeta karekterê wî bi navê wî yê Çilvir, Çilvirek û Çiltirek tacîdar kiriye. Dîsa li wî welatî gelek kes û bizavên polîtîk jî li navê Çilvir Silêman etîka polîtîkayê barkirine û mîna kesekî bêesl û bêfesil pênase kirine. Ev 6 sal in ew wezîr û rezîlê karê navxweyî yê welatê xwe ye. Ji 2016’an û vir ve 40 caran gotiye wan PKK qedandiye û dîsa bi awayekî bêbinî xwe ranegirtiye û gotiye “em ê heta 29’ê cotmeha 2023’yan yek ferdî ji PKK’ê nehêlin û tune bikin”.

 Çil virên Çilvir Silêman

Di sala 2016’an de 7 caran 7 virên rengorengo pekandiye. Naveroka virên wî yên 2016’an wiha ne: “Bila baş zanibin meha gulanê dê ji bo wan baş derbas nebe, bila her kes zanibe heta meha gulanê dê tu kes nekaribe navê PKK’ê hilde. Em tenê li dijî wan natêkoşin, em wan tune dikin. Em dê bi teknîkê wisa bikin ku dê hew karibin serê xwe ji şikeftan derbixin”.

Di sala 2017’an de 11 caran 11 virên girover û qerase ji devê wî derketine. Bêpîvan berdaye lê ji bo wî pîvan bêpîvanî ye ji ber ku doxîna devê wî tuneye. Naveroka virên wî yên 2017’an wiha ne: “Bi biryardariya serokkomar û hikûmetê, bi wêrekiya hêzê û bi baweriya miletê me, em ê koka wan vekolin û ji ser vê axê bavêjin. Em ê wisa bikin ku êdî heta hetayê dê tu kes nekaribe navê PKK’ê hilde. Em ê navê PKK’ê jê bibin û ji vî welatî bavêjin. Em dixwazin hûn baş bizanibin heke em PKK’ê li vî welatî nexin bin erdê em nemerd in”.

Di sala 2018’an de 5 caran 5 virên wekî serencama meseleyê kirine. Naveroka virên wî yên 2018’an wiha ne: “Hema bibêjin bermahiyên wan mane, PKK nefesa xwe ya dawî dide. Bi oparasyona Kandîlê re em ê kun û kortalên wan jî hilweşînin, hema bibêjin têkoşîna me ya bi PKK’ê re bi dawî dibe. Înşalah dem û dewrana PKK’ê diqede, ji vir veger nîne”.

Di sala 2019’an de dîsa 5 caran 5 virên mezin û hêviyê dide dike. Hêvî û mizgîniya tunekirina PKK’ê ya ji bo sala 2020’î daye. Naveroka virên wî yên sala 2019’an wiha ne: “Li vî welatî bi navê PKK’ê dê rêxistinek nemîne, em ê esl û fesl û dîroka wan jî ji vê axê paqij bikin. Me aniye dawiyê, em wan tune dikin, welatê me bi awayekî xurt ber bi rojên baş ve diçe. Me ji bo sala 2022’yan hemû amadekariyên xwe kirine, 500 kes mane, înşalah em wan jî tune dikin. Ev soza min e, di sala 2020’î de dê ev rêxistin nemîne”.

Di sala 2020’î de 4 caran 4 virên çarneçar kirine. Di heman salê de dibêje em ê PKK’ê di meha cotmehê de biqedînin û agahiya vê yekê jî bidin miletê xwe. Naveroka virên wî yên sala 2020’î wiha ne: “Bi awayekî fiîlî, fizîkî û derûnî em rêxistinê tune dikin, xwedê bibêje erê(!) em ê meha cotmehê hejmareke ya man û nemana wan bidin we. Deftera PKK’ê saleke din van çaxan dê bê girtin”.

Di sala 2021’ê de 7 caran 7 virên ku ew bixwe jî bawer nake dike û di nava van virên xwe de dibêje em ê payîza dereng bi operasyoneke dawî wan tune bikin, paşê dê pêdivî bi oparasyonan nemîne. Naveroka virên wî yên sala 2021’ê wiha ne: “Li pêşiya me operasyoneke payîz û zivistanê maye. Heke em bi vê lezê biçin dibe ku em tenê operasyoneke payîz û havînê pêk bînin, paşê dê pêdivî bi oparasyonan hebe yan nebe em nizanin. PKK êdî ji bîra Tirkiyeyê diçe”.

Herî dawî di 10’ê hezîrana 2022’yan de virek li hemû virên xwe zêde kir û wiha got: “Heta cotmeha sala 2023’yan em ê Kandîlê paqij bikin û ala xwe lê deynin”.

Puxteya gotinê; vir sêwî ye, berî bi ku de kirine çûye, lê dawiya wê bihost û çar tilî ye. Dawiya virê tune, dûvka derewan kurt e. Berde binê te erde. Ezman çiriya. Hêdî bajo. Kurt û kurdî Çilvir Silêman 40 caran têkçû.

 Bimrin virek, bijîn rastgo