5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengbêjî parêzbendiya çandê ye

Cizîra Botan, her serê kaniya wêje û hêlîna çand û hunera kurdî bûye. Ji kûrahiya dîroka herêmê ve dengên zêrîn û zelal ên dengbêjên vê herêmê koşk û dîwanxaneyên kurdan her şên kirine û xemilandine.

Cizîra Botan hêlîna xewn û xeyalên hunermendên gewre yên wekî Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî, Evdilcelîlê Noran û gelek hêjayên din e. Me xwest ku ji bo xwendevanên Xwebûnê nûçeyeke bi dengbêj Rêzanê Batû re bikin ku yek ji dengbêjên navdar ên herêma Cizîra Botan e.

Dengbêj Rêzanê Batû di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser dewlemendiya çand û hunera Botanê û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku di demên berê de teknolojî di nav jiyana me de ewqas bi cih nebûbû.  Gelemperî çanda koçeriye ji di nav malbatê te hebû. Hîn di zarokatiya xwe de bi xwezayî di nava lêgerînekê debû. Bi tabetî Eşîra Batûyan jî ji ber ku aliyê çanda dengbêjiyê de serhedî bûn min ji para xwe hinek ji vê rewşê girt. Divê were gotin ku demên borî de malek bêdengbêjan nebû. Ji ber ku çanda ku tê de dijiyan bi xwazayî vê rewşê derdixist holê. Hîn di zarokatiya xwe de min kasetên dengbêjan guhdar dikir û ji ber dikir. Berê dengê dawetê ji ku derê dihat, gelekî ibala min dikişand. Bi vî awayî ez hînî gelek miqamên filûtê bûm. Piştre jî min stran, lawik, payizok guhdar kir û dawiyê jî got. Bavê min gelek kasetên dengbêjan guhdar dikir. Bi teybetî dengbêjên mîna Cemalê Mihê, Mehmet Arif, Fariz Babê Firaz, Eyşe Şan û hwd. gelek dengbêj guhdar dikir. Ev jî lêgerîn û meraqa min hîn xurtir dikir.”

Mîrana Zer

Rêzanê Batû da zanîn ku ew herî zêde ji dengbêj Cemalê Mihê bandor bûye û ev tişt anî ziman: “Starana ku yekem car min got Mîrana Zer a Cemalê Mihê bû. Klama Mîrana Zer tasfir û çirokek gelek xweş bû. Tê gotin ku Mîran jinek gelek bedew û delal bû. Gelek kes wek xwezgînî diçû Mîrana Zer dixwest. Lê bavê wê digot kesê ku nehêlê Mîrana min bimire ez ê bidin wî. Kesek diçe Mîrana Zer dixwaze ji xwe bawer ji bavê wê re dibêje ‘ez nahêlim Mîrana Zer bimire’. Bavê Mîrana Zer ji keça xwe dide vî kesî. Piştî demek dirêj serê nabûhire Mîrana Zer dimire. Bavê wê bi hêrs dikeve ser rê diçe. Dibîne ku zilam serê Mîrana ku can daye daniye ser çoka xwe û klama Mîrana Zer dibêje. Bavê wê dibêje te soz dabû min ku tu nehêlê Mîrana zer bimire ev çi hale. Ew jî dibêje meraq neke klama ku min li ser Miranê got heta dinya bizivire ew e nehêlê ku ew bimire.”

Dengbêjî ziman diparêze

Dengbêj Batû diyar kir ku di hebûna zimanê kurdî de çanda dengbêjiyê roleke gelek mezin dilîze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke tê zanîn civaka me ji aliyê nivîsê de zêde ne pêşketî bû. Misyona gihandina dîrok, çand û ziman jî bi piranî ketiye ser milên dengbêjiyê. Ji bo wê jî gelek şer, ceng, qehremanî û îxaneta di dîroka kurdan de nehatî nivîsandin bi saya çanda dengbêjiyê tê zanîn. Her wiha dengbêjiyê li hemberî bişaftinê jî parêzvaniyeke xurt daye meşandin. Zimanê kurdî zimanek gelek kevnar û dewlemend e. Gelek devok û hevokê niha di nava civakê de neyên bikaranîn ji gelek stranan de dibore ango dikare were gotin. Lê roja me ya îro de ji ber ku qedirdayîna dengbêjiyê kêm e gelek dengbêj di nav bêxemiyê de wenda dibin û ev rewş jî xizmet û lêgerina çanda me lawaz dike.”

Ji ber qeyûman karê me lawaz bûye

Dengbêj Batû got ku ji ber ku botanî êş û azarên xwe bi dengbêjiyê tînin ziman gelek nirx didin dengbêjiyê û wiha pê de çû: “Kesên dengbêjiyê dikin hema bibêje hemû  jiyana wan bi xizaniyê derbas dibe. Di vê hêlê de sazî û dezgehên me ji qedirbuhayek li gori tê xwestin nayê nîşandan. Ev jî dibe sedem ku eleqeya dengbêjan kêm bibe. Bêguman dema şaredarî di destê gel de bû bi saya Malên Dengbêjan, sazî û dezgehan hunermend û dengbêjan hîn bi rehetî dikarin xwe tev li karê çand û hunerî bikin. Germbûyînek xweş ji hebû lê piştî qeyûman dikare were gotin sarbûyînek mezin çêbû. Ev rewş bandoreke neyînî bi xwe re afirand.”

Dengbêj Rêzanê Batû bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî niha ji ber ku sazî û dezgehên herêmê hema bibêje hemû hatin girtin. Demek dirêje xebatên li ser çand û hunerê kêm bûne û bi heman awayî dengbêjî jî gelek zor û zehmetî tê birêvebirin. Tevî vê rewşê jî em hewl didin civaka ku em lê rûdinên de gorî hêz û derfeta xwe parazvantiya van nirxan bikin. Ji bo wendanebûna vê çandê em hewl didin hinek xebatan pêş bixin. Niha me komek wek navê Awazên Botan avakiriye. Ez bi xwe jî tê de cih digirim.”