2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Festîvalên aştî deng huner û qêrînên kurdan

Xweştirîn bûyera ku tim balê dikişîne ser xwe ew e ku mirov berdewam ji bo jiyanê di halê lêgerîneke bêdawî de ne. Di nava kurdên diyasoprayê de ji qadên siyasî û civakî bigire heta qadên çandî û aborî lêgerîn bêrawestan berdewam bûne û berdewam in.

Di jiyana kurdan a hemû aliyan de ji sedan salan û şûnde lêgerînên wiha zêdetir û sedem jî nebûna dewleteke serbixwe bûye. Fîlozofên weke Hezretê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêx Ehmed Barzanî, Mûsa Anter, Îbrahîm Ehmed, Ebdulah Peşêw, Cegerxwîn û ji teva bêtir û berfirehtir serok Ocalan bi rêya berhem û gotarên xwe êş û elemên bindestiyê raxistine ber çavan. Di Newroza îsal de me referandûma kelkwergirtî ji bîr û ramanên serok Ocalan li bakurê Kurdistanê dît ku rûberê wê pir berfireh bû. Dijminê înkarger jî bi wan dîmenên sedan hezar kesî re mendehûş mayî ma û ji her mizgîniyekê xweştir êdî ew jî dizanin ku wê nikarîbin rê li ber ‘tûfana gel’ bigirin.

Festîvalên dîrokî

Ji sala 1992’yan û pêde festîvala yekê li bajarê Bonn (Almanya) dest pêkir û ji xeynî salên 1995 û 2020’î di 30 salên derbasbûyî de 28 festîvalên kurdî bi dirûşmên navneteweyî û kurdistanî yek ji ya din dewlemendtir hatine çêkirin. Bi çêbûna van festîvalan re him liv-lebeteke mezin û tije heycan dikete nava rihê kurdên welatperwer, him jî ji Ewropa heta Kurdistanê peyamên şoreşgerî dibûn sedema ji xewêrabûna xelkê. Barana ku bi dilopekê dest bi barîna xwe kiribû hêdî-hêdî bû rûbareke û herîkîna wî rûbarî hêşta jî didome. Êdî festîvalên wiha bûne pareke çalakiyên kurdan yên dîrokî. Her salê bêtir ji berê û kurdistanîtir hatine lidarxistin û pîrozkirin. Bawer nakim bi çêbûna Kurdistaneke serbixwe re jî êdî festîvalên ji bo aştî, çand, huner û di yek peyvê da “xuyakirina hêza kurdan a piralî” neyên çêkirin.

Festîvalên li Ewropa weke kevneşopiyekê bûn sedem ku êdî dîwarê tirsê li hemberî peyva ‘qedexe’ bişkê. Êdî kurdên Kurdistanê jî carna di çarçoveya adet-ûrfên eşîretekê û carna jî di qalibê xwe yê netewî û kurdistanî da festîvalên biçûk û mezin birê dixînin. Êdî peyv û risteyên weke: “yasaxe, qet nabe, hûn nikarin, terorîst li pişta we ne …” û hwd. sal ji salê zêdetir wateya xwe a sitemkarane wenda kirin.

Ji salên 1990’î û pêde bi nêrînên dûrbînane axaftin li ser awayê çêkirina festîvalên ku bikarîbin hezaran kesan li dora hev bicivîne, hat kirin. Çaveraniya ku hebû organîzator jî matmayî hiştibûn. Çimkî li cihê hezaran kesan li gotina nemir Elî Qazî dehan hezar kesan( 82 hezar kes) di festîvala yekê de beşdar bûn. Dehan hezar kurd bi rengên delal û bi hezkirineke pir mezin li dora hev kom bûn. Tevî dewatên folklorîk, şahî û şehiyanên ji çar aliyên welat, siyasetmedarên kurd û biyanî jî peyamên xwe pêşkêş dikirin. Ev pêngava dîrokî bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistan ve hat avêtin ku hêşta jî berdewame. Sedema nivîsandina vê gotarê jî 30’emîn festîvala Çand û Huner a Navnetewî ya Kurd e ku li welatên Hollanda tê çêkirin.

Girîngiya çêkirina festîvalên mezin

Dr. Qasimlo bi gotineke wiha re girîngiya çalakiyên wiha anî bîra min: “Em xebatê dikin ji jiyaneke xweştir re…”.

Xebata kurdan li dijî kedxwar û dagîrkerên neteweperst û selefî bû sedem ku Kurdistan bibe xwedî navekî din ku ew jî Cengistan e. Belkî kurdan bi serhildêrî û  şerê li dijî dagîrkeran pirî caran karê xwe dubare û derfetên mezin ji dest dane, lê di vê Cengistan an jî daristanê de qedera zarokên me wê bigehe encamekê. Ji xeynî vê tu çareyek din li ber me nemaye. Cenga menewî ji cenga fizîkî ya bi çekên giran dewlemendtir e û hereketa bakurê Kurdistanê bi şerekî wiha re dijmin xiste ser çokan. Cara yekê bû ku hêza îradeya polayîn dîwarê tirsê neçarî teslîmiyetê kiribû.

Bi hatina mêvanên giranbuha û sernas yên weke: Koma Kamkaran, Şivan Perwer, Şehram Nazirî, Koma Berxwedan, Azado, Dengbêj Kazoyê Wanê, komên muzîkê ji NÇM’ê û her carê yek-du hunermendên navdar yên cihanê ‘pirestîja doza Kurdistan’ê jî bêtir bilind û ‘pirsgirêka kurd’ jî gavên mezin ber bi çareseriyê ve hilanîn.

Kurdan bi qêrîn û hawarên xwe yên bilind re her carê dengê xwe li hemberî dijminê doza xwe ya rewa bilindtir kirine. Di qadên şer de bêtirs, di qadên civakî de jî hemû astengî li pêşberî xwe hilanîne. Peyamên wiha jî bi rêya wan festîvalên wiha re bi her kesî dane bihîstin. Tê bîra min kasetên VHS ên li jêr navê “Festîvala Navnetewî ya Kurdistanê” ji Ewropa digehiştin me li Urmiyê û dema me ew dîmen temaşe dikirin, êdî her kes di rûniştinên malbatî de bi hesreteke mezin li wan dîmenan dinêhêrîn. Bi rêya wan kasetan him hêza me ya propagandekirinê zêrdetir dibû, him jî li pey sê salan bihagiraniya wan festîvalan bû sedema ji dayîkbûna MED TV di adara sala 1995’an. Pêngava ku êdî bêtirs dengê kurdan ji erdê gehandin esmanan, tirse-lerzeke mezin jî kete nava dilê dagîrkerên Kurdistanê.

Ji xeynî qadên din pirî caran bi rêya festîvalên wiha re, bi siyaseteke aqilane û tije dûrbînî jî pêngavên xwe yên aştîxwaziyê bi dost û dijberên xwe dane selmandin(îspakirin).

Nasnameya festîvalên kurdistanî

Êdî di ‘reng û rû’ yan jî nasnameya festîvalên 30 salên bihûrî de ev rastî tim bi zelalî hat ber çavan:” sîstemên şovenîst, rêxistinên metrsîdar, ol-mezhebên paşverû, netewên rasîst û dijminên hov” çiqas jî bihêz û serdest bin, lê yê nikarîbin dengê kurdan yê dadmendîxwaziyê bifetisînin. Cîhan bi pirsgirêkên mezin ên di nava dilê xwe de di korîdûreke metirsîdar ye. Rewşa av-hewayê(Kilîma) pir xerab û dengê kesên ku salên dirêjin di binê reşê girtîgehên dijmin da li ser mijarên wiha gotar û pirtûkan dinivîsin, nayê bihîstin. Kesî dengê Mandêla nebihîst, lê dawiyê doza wî biserket. Dijminê înkarger li hemû Kurdistanê naxwaze deng û nêrînên felsefî yên serok Ocalan bibihîse û analîz bike, lê doza wî jî weke ya gelek alîgirên parastina xwezayê tenê mehkumî serkeftinê ye. Tu astengiyek nikare rêya heqîqetê wenda bike yan jî siwarê wê şopa rastîn ji rê derxîne. Di piraniya festîvalên salên derbasbûyî de me peyamên rêzdar Ocalan yên îro rojê (aktuell) û aştîxwazane gûhdar kirin. Ger daxwazên wî bêne cî bi cîkirin, êdî tiştek binavê ‘şer’ di cihanê de namîne. Ew li dijî koletî û koledariyê ye û peyama wî ya ku di festîvala sala 2019’an de hat belavkirin xwedî peyameke wiha ji kurdfiroş û xayînên welat re bû:” Kes û komên ku îro jiyanê bi koletî dikirin, yê siberojê qedera nifşê xwe bi nefamî û tirsinokî bifiroşin. Ey gelê kurd xebat û bizava xwe mezintir bikin, derfetên zêrîn di destên me de ne û xwe wenda mekin, da ku bikarîbin di vê cihana mijdar de serkeftinê bikin para xwe…”

Ger em dijminê xwe yê ku her roj bi xewna pilanekê li dijî me radikeve û ji xewê şiyar dibe, binasin hingî yek kurd jî nabe xiyanetê li gel û welatê xwe bike. Helqên zincîreke polayîn yê hev bigirin û pêgeha me yê di her warekî de bihêz bikeve.

Banga festîvalê: şer û berxwedan

Di der barê berxwedan û jiyana kurdan de kesayetiyê navdar Mehmûd Derwêş wiha dibêje:” Kurdan hemû curên mirinê taqî kirin. Mirina bi fîşekê, mirina bi sêdarê, mirina bi îşkencê, mirina bi serbirînê, mirina bi bombeyên kîmyawî, mirina bi komî û sedhezar kesî, mirina di sir û seqemê de, mirina ji birçîbûn, lê di dirêjahiya dîrokê de tu kurdek ji tirsa nemiriye…”

Di festîvalên salane de kurd gelek mijarên peywendîdar bi qedera xwe re beyan dikin û jinûve vedibêjin: Kolberên kurd û cinayetên dewleta Îranê di girtîgeh û rojhilatê Kurdistanê de, aştîxwaziya partiyên weke PKK û HDP’ê, şer û cenga gerîlayên qehreman di çiya, bajar û gelek deverên bakurê Kurdistanê de, peyamên dostanî ên rêxstinên biyanî li dijî înkar û heq-hiqûqên kurdan li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Îran û Îraqê, dijberiya bi hinek dewletên Ewropa û Amerîka li hemberî bêdengiya wan di asta cinayetên dewletên dagîrker li Kurdistanê, îsrara aliyê kurd li ser aştî û çareseriya pirsa kurd bi rêya diyalogê.

Di 30’emîn festîvala îsal de komên muzîkê û dîsa peyamên watedar yên xwedî naverokek hemdemî û li gor daxwazên gelê kurd li hemû Kurdistana mezin bin